Li Rojava coşa 1'ê Gulanê
Bi dirûşma 'Bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk em 1'ê Gulanê bi hev re pîroz bikin' li gundê Siwêdîkê yê Dêrikê û gundê Mizgeftê yê Tirbespiyê 1'ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran hate pîrozkirin.
Bi dirûşma 'Bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk em 1'ê Gulanê bi hev re pîroz bikin' li gundê Siwêdîkê yê Dêrikê û gundê Mizgeftê yê Tirbespiyê 1'ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran hate pîrozkirin.
Danê sibehê ji Dêrik, Koçerat, Girkê Legê, Çilaxa û Til Koçerê bi sedan kesî berê xwe dan Siwêdîkê, ji Qamişlo, Tirbespiyê, Til Hemîs û Amûdê jî girseya gel berê xwe da Mizgeftê.
Kurd, Ereb, Suryanî, Êzidî û pêkhateyên din bi kincên xwe yên herêmî û posterên Rêber Apo tevlî pîrozbahiyê bûn.
Çalakiyan bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Komîteya Amadekar destpêkê peyamek da û diyar kir ku bi têkoşîna hevpar a gelan û karkeran civaka demokratîk a di nava aştiyê de dikare ava bibe.
Li gorî komîteya amadekar a şahiya li gundê Siwêdîkê; di şahiyê de dê Koma Cûdî, hunermend Sumeya Mihemed, helbestvan Ferhad Merdê, Koma Elefteriya, Koma Şehîdên Qereçoxê ya govendê, hunermend Tariq El Hisên, Hesen Dêrik û Waîl Haco derkevin ser dikê.
Di pîrozbahiya li Bendava Mizgeftê de jî Koma Botan, Koma Newroz, Koma Agirî, hunermend Lawîn Seîd Yûsif, Koma Şehîd Rêwan a govendê, Koma Şehîd Sakîne ya şanoyê, huermend Mehmûd Osman, Mueyed Şiwêş, Koma Şehîd Xebat û hunermend Îmad Silêman hunerên xwe pêşkêş bikin.
Li Hesekê jî dê saet di 18.00’an de pîrozbahiya 1’ê Gulanê li Parka 4’ê Nîsanê dest pê bike. Şêniyên ji Hesekê, Dirbêsiyê, Til Temir, Til Birak, Hol û Şedadê beşdar bibin.