BI DÎMEN

1’ê Gulanê li kantona Firatê bi coş hate pîrozkirin

Xelkê kantona Firatê 1’ê Gulanê Cejna Karkeran li qada Şehîd Egîd bi coş pîroz kir.

Xelkê ji kantona Firatê ji bo pîrozkirina 1’ê Gulanê Cejna Karkeran berê xwe dan qada Şehîd Egîd a navenda Kobanê û bi şahiyeke girseyî 1’ê Gulanê pîroz kirin.

Şahî bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre nirxandinên Rêber Apo yên der barê 1’ê Gulanê û karkeran de hatin xwendin.

Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a Kantona Firatê Hedlê Hesen axivî û diyar kir ku ew ê xeta xwe ya karkirinê bidomînin û got: “Em vê rojê li tevahî karkeran yê ku bi şev û roj ji bo civaka xwe pêş bixin û di nava tevgerê de ne pîroz dikin.”

Piştî axaftinê hunermendên Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido û Hîlala Zêrîn a kantona Firatê stran gotin. Pîrozbahî bi dayîna xelatan bi dawî bû.