ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Soza vegera Efrînê hat nûkirin
Şêniyên Efrînê yên li Bendava Tişrînê, 7’emîn salvegera dagirkeriya Efrînê şermezar kirin û gotin, “Efrîn sembola berxwedanê ye. Teqez em ê vegerin warên xwe.” -
Beriya konferansa 'yekîtiyê' civîna PYD-ENKS'ê
PYD û ENKS beriya konferansa li ser yekîtiya navbera Kurdan a 20'ê Adarê di civînekê de li hev kom bûn. -
Kongra Star bêdengiya li hemberî komkujiya Berxbotanê şermezar kir
Meclîsa Kongra Star komkujiya ku dewleta Tirk a dagirker li gundê Berxbotanê yê Kobanê kir û bêdengiya navneteweyî ya li hemberî vê hovîtiyê şermezar kir. -
Li dijî komkujiyê çalakiyên bersivdayînê: Li baregehên artêşa Tirk û çeteyan hate xistin
Dewleta Tirk a dagirker li Kobanê zarok jî di nav de ji malbatekê 9 sivîl qetil kirin. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bersiva vê komkujiyê da û baregehên dagirker û çeteyan kir hedef. -
‘Em ê şopdarên rêya fermandar Karker Êrîş bin’
Endama FGBRS’ê û gaziya şer Arîn Koçer yek ji fermandarên Berxwedana Serdemê, Karker Êrîş bi bîr anî û got, “Fermandar Karker ê gaziyekî şer bû, li gor mesultiya erk û mîsyonên Rêber Apo danîne ser milên gaziyên şer, bêteredut tevgeriya.” -
Koçberên Efrînê bi hêviya vegera li warê xwe ne
Li gel ku di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û Hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de lihevkirinek çêbû jî vegera koçberên Efrînê ya li warên xwe hîn jî wek xewneke metirsîdar e. -
Têkoşîna azadiya Efrînê bi berxwedana gel dewam dike
Di ser dagirkirina Efrînê re 7 sal derbas bûn. Di vê berxwedanê de ku weke Berxwedana Serdemê hate pênasekirin, 150 şervanên leheng ên YPJ'ê canê xwe feda kirin û bûn meşaleya azadiyê. Têkoşîna ji bo azadiya Efrînê bi berxwedana gel dewam dike. -
Komkujiya Berxbotanê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat şermezarkirin
Komkujiya Berxbotanê li gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat şermezarkirin û daxwaza lêpirsîna navneteweyî hat kirin. -
Dewleta Tirk a qirker li Kobanê hate protestokirin
Xelkê Kantona Firatê ji bo protestokirina komkujiya ku dewleta Tirk li Kobanê pêk anî, meşiya. -
Dagirker bi dijwarî Til Temirê bombebaran dikin
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di saetên nîvro de bi dijwarî dest bi bombebarankirina bajarê Til Temirê yê girêdayî Kantona Cizîrê û derdora wê kir. -
Rêveberiya Xweser a Kantona Firatê: Her roj sûcê şer tê kirin
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Firatê ku ji ber komkujiya li Kobanê piraniya pîrozbahiyên Newrozê betal kir, ragihand ku li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her roj sûcê şer tê kirin. -
'Zarok, jin û mêr bi rengekî hov hatin qetilkirin'
Nobedarên li Bendava Tişrînê anîn ziman ku ew ê asta berxwedana xwe bilind bikin û dawî li dagirkeriyê bînin. -
Rêveberiya Xweser: Em komkujiya Kobanê bi tundî şermezar dikin
Rêveberiya Xweeseriya Demokratîk a Herema Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komkujiya ku dewleta Tirk a dagirker li Kobanê kir şermezar kir û got, "Bêdengiya li hemberî êrîşan hêzê dide dewleta Tirk ku hîn bêhtir sûcê şer bike." -
'Divê berpirsyarên komkujiyê bêne darizandin'
Nobedarên Bendava Tişrînê bi daxuyaniyekê komkujiya li Kobanê şermezar kirin û xwestin, kujer bêne darizandin. -
Newroz wê li 7 navendên kantona Cizîrê bê pîrozkirin
Bi daxuyaniyekê hate ragihandin ku Newroza îsal wê li 7 navendên kantona Cizîrê bi dirûşma "Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misogeriya civaka demokratîk e" bê pîrozkirin. -
Li Rojava lêgerîna li Yekîtiya Neteweyî ya Kurd
Konferansa Yekîtiya Neteweyî ya Kurd ku tê payin 20'ê Adarê pêk were, li gel afirandina fikrekî hevpar ê gelê Kurd, ji bo jinûve avakirina Sûriyeyê jî wê bi gelan re wezîfe û berpirsyariyeke mezin hilgire ser xwe. -
Gaziya şer: Divê dawî li komkujiyan were
Gaziya şer Zîlan Hesekê ya li hember komkujiya li peravên Sûriyeyê rû didin nerazîbûn nîşan da got, “Ez komkujiya li hember xelkê me yê Elewî bi tundî şermezar dikim. Divê dawî li komkujiyan were." -
Dewleta Tirk li Kobanê komkujî kir
Dewleta Tirk a dagirker li gundê Berxbotanê yê Kobanê malbatek qetil kir. Di êrîşa nîvê şevê de ku bi SÎHA'yê hate kirin, dayik, bav û 7 zarok hatin qetilkirin. -
'Ev xak a me ye û em ê biparêzin!'
Edûl Xêrzada û Emîne Yasîn ên ku tevlî berxwedana Bendava Tişrînê bûne, biryardariyên xwe bi vî rengî anîn ziman, “Em xwediyên vê axê ne. Ev xak a me ye û em ê biparêzin. -
Dewleta Tirk derdora Bendava Tişrînê bombebaran dike
Balafirên şer ên dewleta Tirk derdora Bendava Tişrînê bombebaran dikin. -
Li Reqa û Kobanê merasîma ji bo şehîdan
Li Reqa û Kobanê bi merasîmên girseyî 2 şehîd hatin veşartin. -
Gelê Reqa, Tebqa û Dêrezorê Nobeta Tişrîn dewrî xelkê Firatê kir
Gelê Kantonên Reqa, Tebqa û Dêrezorê nobeta parastina Bendavê dewrî Xelkê Kantona Firatê kir. -
'Temen û gopal li pêşiya berxwedana min ne asteng e'
Berxwedana li Bendava Tişrînê bi biryardariyek mezin didome. Kalemêrê 85 sal ê ku duh tevlî kerwana gel a Kantona Firatê bibû got, “Temen û gopal li pêşiya berxwedana min ne asteng e.” -
QSD: Êrîşên dagirkeriyê zêde bûn
QSD'ê ragihand ku êrîşên hewayî û bejahî yên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên Artêşa Mîllî ya Sûriyeyê (SMO) yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde bûn. -
Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komkujiya Helebceyê şermezar kir
Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qurbaniyên komkujiya Helebceyê bi bîr anî û got, "Em soz didin tola komkujiya Helebceyê bi avakirina Rojhilata Navîn a demokratîk a li ser esasê azadiya hemû gelan hilînin. "