Rêveberiya Xweser bal kişand ser girîngiya avakirina pergaleke demokratîk

Rêveberiya Xweser diyar kir ku ji bo çareserkirina sedemên hiştine civaka Sûriyeyê were parçekirin pêwîstî bi avakirina pergaleke demokratîk a pirrengî û pêkanîna diyalogê heye.

Çekdarên girêdayî desthilata Şamê li dijî taxên Sehnaya, Eşrefiya Sehnaya û Ceremana ku piraniya niştecihên wan Durzî ne, êriş pêk anîn. Ji ber wê jî rewşa hin deverên gundewarê Şamê û Siwêdayê xerab bû, nexasim piştî belavbûna qeydên deng ên ku tê de heqaret li ol û mezheban tê kirin. Di encama wê rageşiyê de kuştî û birîndar çêbûn.

Girêdayî wê, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê diyar kir ku ew li hemberî wan bûyeran bi fikar e û banga aramkirina rewşê kir, her wiha bang li desthilata Şamê kir ku rê nede ku komkujiyên li peravê çêbûne dubare bibin û pêşî li kiryarên qetilkirina sivîlan li ser bingeha mezhebî bigire.

Rêveberiyê di daxuyaniyê de destnîşan kir ku pêwîstî bi çareserkirina sedemên hiştine rageşî çêbe û civaka Sûrî were parçekirin heye, her wiha banga avakirina pergaleke demokratîk a pirreng kir ku tê de tevahî Sûriyeyê bên temsîlkirin, bi rêya diyalogê nakokî û pirsgirêkên asê çareser bikin û dûrî bijarteya leşkerî bikevin.

Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di dîroka krîza Sûriyeyê de tu carî bijarteya leşkerî bi kêr nehatiye û ji bo wê rejîma Baas’ê mînak e.

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin pêdiviya Sûriyeyê ji her demê zêdetir bi destûr û hikumetekê ku mafê tevahî gelê Sûriyeyê misogerkirî be, heye.