ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Konvoyeke din ji Kobanê berê xwe da Tişrînê
Konvoyeke din ji gelê kantona Firatê ji Kobanê ber bi Bendava Tişrînê ve bi rê ket. Gelek ciwan û mirovên temendirêj jî di nava konvoyê de ne. -
Şervanên Tişrînê roj bi roj dîroka berxwedanê dinivîsin
Fermandara YPJ’ê Amara Amed ji pêkanîna pêdiviyên şervanan bigirin heta koordînekirina êrîşan û têkbirîna êrîşan rol dîlîze. Ew û şervanên xwe roj bi roj dîrokeke nû yê şerê berxwedaniyê dinivîsin. -
Gelê Kobanê ji şervanan re kel û pelên zivistanê amade dikin
Şeniyê gundê Telikê yê li rojavayî bajarê Kobanê ye, diyar kirin ku ew ji bo şervanên xwe her di nav liv û tevgerê de ne. -
'Rojava ji bo Sûriyeyê modela herî guncaw e'
Aktîvîsta Elewî Sara Abbas destnîşan kir ku modela Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo Sûriyeya nû modela herî guncaw e. -
Mordem Kobanê: Berxwedana Tişrînê çarenûsa gel guherand
Ji fermandarên QSD'ê yên li berxwedana dîrokî ya li Bendava Tişrînê Mordem Kobanê ji şervanên li eniya berxwedanê re got, "Vê berxwedanê çarenûsa gelê me guhert. Ji îro û pê ve em ê serketineke mezin bi dest bixin." -
Şêniyên Taxa Şehîd Xebatkar tevlî seferberiyê bûn
Şêniyên Taxa Şehîd Xebatkar girêdayî banga Rêveberiya Xweser tevlî seferberiyê bûn û ragihandin ku wan Tabûra Têkoşer ava kiriye. -
Li Taxa Xerbî 5 tabûr hatin avakirin
Li Taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo di bin sîwana HPC’ê de 5 tabûr hatin avakirin. -
Balafirên şer ên Tirk Sirînê bombebaran dikin: Malbatek di bin kavilê de ye
Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker gundewarê bajarê Sirînê bombebaran dikin. Hate diyarkirin ku di bombebarana li dijî gundê Dîkanê de mallbatek di bin kavilê de maye. -
Li Hesekê cenazeyên 5 şehîdan hatin veşartin
Cenazeyê 5 şehîdan ji aliyê xelkê Hesekê ve li Pakrewangeha Şehîd Dijwar hatin veşartin. -
Dagirker bombeyan li Zirganê dibarînin
Dewleta Tirk a dagirker bombe li gundekî li bakurê Zirganê barand. -
Ji bo Xebat Dêrik çalakiya bîranînê
Meclîsa Malbatên Şehîdan a Dêrikê yek ji damezrînerên YPG'ê Xebat Dêrik di salvegera 13'emîn de bi bîr anî. -
Saziyên kantona Firatê êriş şermezar kirin
Desteya Perwerde û Fêrkirinê û saziya rêxistina Mafên Mirovan a Kantona Firatê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê bi daxuyanikê şermezar kirin. -
Li gundewarên Minbicê û Pira Qereqozaxê 28 çete hatin kuştin
QSD'ê ragihand ku li gundewarên Minbicê û Pira Qereqozaxê, di berxwedana şervanên wan a li dijî êrişên çeteyên dewleta Tirk de 28 çete hatin kuştin, 36 jî birîndar bûn. -
Dagirker bombeyan li Bendava Tişrînê dibarînin
Dewleta Tirk a dagiker ku ji destpêka meha Kanûnê û vir ve êrîşî Bendava Tişrînê dike, roja Sêşemê jî careke din bombe li bendavê û derdora wê barand. -
Dayikên Kobanê: Em ê bi çeka xwe li hemberî dagirkeriyê rabin
Dayikên Kobanê ku kolan û gundên xwe diparêzin gotin, “Îro dem dema me ye, dema azadiyê ye, dema serkeftinê ye, divê çar parçeyên Kurdistanê rabin û em hemû bibin yek û li hemberî her cure qirkirinê serî hildin." -
QSD’ê nasnameya 2 şehîdan eşkere kir
QSD’ê ragihand ku şervanên wan Brûsk Efrîn û Amed Hesekê şehîd bûne. -
Li Taxa Kornîş 5 tabûr hatin avakirin
Şêniyên Taxa Kornîş a Qamişloyê ji bo piştevaniya QSD’ê 5 tabûr ava kirin. -
YPJ’ê nasnameya 3 şehîdan eşkere kir
YPJ’ê nasnameya 3 şervanên ku di berxwedana li dijî êrîşên dagirkeriyê de şehîd bûne eşkere kir. -
Penaberên ji Serekaniyê li hemberî dagirkeriyê ji NY’ê re name şandin
Komîteya Penaberên Serêkaniyê ya bi dirûşmeya ‘Ji bo Serêkaniyê vegera ewle’ meşek li dar xist û li hemberî dagirkeriyê ji NY’ê re name şand. -
Li gel teknîka dagirkeran êrîş têne şikandin
Şervanên YPJ'ê ku 37 roj in li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker li ber xwe didin, diyar kirin ku bi Şerê Gel ê Şoreşgerî wê bi ser bikevin. -
Li Şedadê ji bo şehîdan merasîm û bîranîn
Li Şedadê endamê Hêzên Komando yê QSD'ê Ehmed Hemad hate veşartin. Ji bo şervanê QSD'ê Fehed jî bîranîn hate lidarxistin. -
Şêniyên Reqa, Tebqa û Dêrazorê gihîştin qada nobedê ya li Tişrînê
Şêniyên ji Reqa, Tebqa û Dêrazorê ku ji bo tevlî çalakiya nobedê ya li Bendava Tişrînê bibin bi rê ketin, gihîştin qada nobedê. -
Dîmenê rûxandina wesayitan çeteyan
Navenda Ragihandinê ya QSD'ê dîmenê çalakiyeke din a hewayî weşand, ku wesayiteke çeteyên dewleta Tirk di encama çalakiyê de hate îmhakirin. -
QSD'ê: Di nava 24 saetên dawî de 23 çete hatin kuştin
QSD'ê ragihand ku di şerê 24 saetên dawî yên li dijî çeteyên dewleta Tirk a dagirker de 23 çete hatine kuştin û 7 çete jî birîndar bûne. Her wiha maşîneke zirxî û 5 wesayîtên leşkerî yên çeteyan hatin rûxandin. -
Li Bendava Tişrînê berxwedana gel dewam dike
Li Bendava Tişrînê berxwedana gel a li dijî dagirkeriyê di roja 6'emîn de ye. Girseya gel got, "Em ê dest ji bendavê bernedin."