Ji bo Xebat Dêrik çalakiya bîranînê
Meclîsa Malbatên Şehîdan a Dêrikê yek ji damezrînerên YPG'ê Xebat Dêrik di salvegera 13'emîn de bi bîr anî.
Meclîsa Malbatên Şehîdan a Dêrikê yek ji damezrînerên YPG'ê Xebat Dêrik di salvegera 13'emîn de bi bîr anî.
Çalakiya ku ji aliyê Meclîsa Malbatên Şehîdan ve hate lidarxistin li ber avahiya Navenda Ciwanan a Dêrikê pêk hat.
Ji Dêrik, Girkê Legê û Çilaxayê gelek kes tevlî bîranînê bûn û bîranînê bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir.
Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Cizîrê Ziwê Elî li bîranînê axivî, Xebat Dêrik bi bîr anî û got, "Wî hêzeke leşkerî ava kir ku civak û mirovahî parast."
Ziwêr Elî got, "Hêza ku wî ava kir îro nirx, hebûn, ziman û gel ji dagirkeran diparêze û dibe mînak ji mirovahiyê re."
Şivan Mihemed bi navê malbata Şehîd Xebat Dêrik axivî, şehîdên azadiyê bi bîr anî û destnîşan kir ku wê bi felsefeya Rêber Apo têkoşînê dewam bikin.
Çalakiya bîranînê bi dirûşma "Şehîd namirin" bi dawî bû.
Xebat Dêrik (Mehmûd Remezan Mihemed) 14'ê Çileya 2012'an li Qamişloyê bi komployekê şehîd bûbû.