ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Dewleta Tirk kargeha tamîrkirina wesayîtan bombebaran kir: Karkerek şehîd bû
Dewleta Tirk a dagirker li Sirînê kargeha tamîrkirina wesayîtan bombebaran kir. Di bombebaranê de karkerek hate qetilkirin û 5 karker jî birîndar bûn. -
Dîmena xistina SÎHA ya bi tîpa Bayraktar a li Tişrînê hate weşandin
QSDˋê dîmena balafira bêmirov a bi tîpa Bayraktar-TB2 ya dewleta Tirk ku duh li herêma Bendava Tişrînê hate xistin, parve kir. -
Hêzên Ewlekariya Hundirîn êrîşên dewleta Tirk ên li ser sivîlan şermezar kir
Fermandariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê ragihand ku di êrîşa dewleta Tirk a li ser Dêrikê de welatiyek hate qetilkirin û yek jî birîndar bûye û di bombebarana li ser Kobanê de jî endamekî wan birîndar bûye. -
QSD: Êrîşên li bakurê Tişrînê hatin têkbirin
QSD`ê ragihand ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî yên li ser bakurê Bendava Tişrînê hatine têkbirin. -
Dewleta Tirk a dagirker li Kobanê wesayîtekî welatiyan bombebaran kir
Dewleta Tirk a dagirker li ber xweringeha Dicle a dikeve Başur û Rojhilatê Kobanê wesayîtek welatiyan bombebaran kir. -
Gundekî başûrê Kobanê tê topbaran kirin
Dewleta Tirk a dagirker gundê Toraman yê Başurê Kobanê topbaran dike. -
Meşa ber bi Tişrînê ve destpê kir
Girseya gel a ku ji herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rê ket, piştî êrîşa SÎHA ber bi Bendava Tişrînê ve bi rê ket. -
Konvoya gel a diçû Tişrînê hate bombekirin: Şehîd û birîndar hene
Konvoya gel a ku diçû Bendava Tişrînê ji aliyê balafira bêmirov a bombebarkirî ya dewleta Tirk ve hate bombekirin. Hate ragihandin ku di êrîşê de 3 welatî şehîd bûne û 15 welatî birîndar bûne. -
QSD'ê hişyar kir: Ji ber êrişên dewleta Tirk dibe ku Bendava Tişrînê hilweşe
QSD'ê hişyarî da ku ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker metirsiya hilweşîna bendava Tişrînê zêde bûye û diyar kir ku eger karesateke mirovî rû bide wê dewleta Tirk berpirsyar be. -
Bi hezaran kes diçin Bendava Tişrînê
Ji Tebqa, Reqa û Cizîrê bi hezaran kes diçin Bendava Tişrînê ku dewleta Tirk a dagirker êrîşê dibe ser herêmê. -
Dewleta Tirk a dagirker bombeyan li Pira Qereqozaxê dibarîne
Dewleta Tirk a dagirker li gel çeteyên xwe bombeyan li Pira Qereqozaxê dibarîne. -
Dewleta Tirk a dagirker li Kobanê bombe li wesayitekê barand
Dewleta Tirk a dagirker li gundê Girikê yê li başûrê Kobanê bombe li wesayiteke sivîl barand. -
Li Tişrînê 2 wesayitên doçka li ser hatin îmhakirin
Bombardûmana dewleta Tirk a dagirker a bi balafirên şer, SÎHA û topan a li ser Bendava Tişrînê û derdora wê dewam dike. Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê 2 wesayitên doçka li ser îmha kirin. -
Li Tişrînê şerekî giran diqewime
Dewleta Tirk a dagirker êrîş bir ser Tişrînê ku demeke dirêj e hewl dide dagir bike. Bi bersiva şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê re şerekî giran destpê kir. Dagirker her wiha bombeyan li gelek deveran dibarînin. -
Bi hezaran kes ber bi Bendava Tişrînê ve bi rê ketin
Li ser banga Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hezaran kes ber bi Bendava Tişrînê ve bi rê ketin. -
Xerîb Hiso: Divê Iraq ji bo dîtina dîlên Êzidî komîteyekê ava bike
Hevserokê PYD’ê Xerîb Hiso diyar kir ku rewşa nediyar a li Sûriyeyê bandorê li Iraqê jî dike. Hiso diyar kir ku divê hikûmeta Iraqê dawî li tifaqên xwe yên bi dewleta Tirk re bîne û ji bo naskirina îradeya civaka Êzidî bikeve nava hewldanê. -
Li Til Temirê wesayîta leşkerî û tankek hat rûxandin
Yekîneyê Hewayî yên Şehîd Harûn li çoltera Til Temirê wesayîtek leşkerî û tankek ya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê rûxand. -
Rêveberiya Xweser ji bo Bendava Tişrînê banga çalakiyan kir
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk got, "Eger Bendava Tişrînê ji xizmetê derkeve wê karesateke mezin rû bide” û banga çalakiyan li gel kir. -
Dewleta Tirk li Kobanê stasyona înternetê bombebaran kir
Balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker li gundê Qereko yê Kobanê stasyona înternetê bombebaran kir. -
QSDˋê nasnameya 4 şehîdan eşkere kir
QSDˋê nasnameya 4 şervanên azadiyê yên ku li Sirîn û Minbicê di berxwedana li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wî de şehîd bûn, ragihand. -
Cenazeyê fermandara YPJ’ê bi merasîmekî bi heybet hat veşartin
Cenazeyê yek ji fermandarên eniya berxwedanê ya Qereqozaxê Bêrîtan Şoreş ku di 4’ê Çileyê de şehîd bibû, bi merasîmekî bi heybet li Dirbesiyê hat veşartin. -
Xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê ber bi Tişrînê ve bimeşin
Xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê ber bi Bendava Tişrînê ku di bin êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî de ye bimeşin. -
Li Reqayê cenazeyên 2 şehîdan hatin veşartin
Cenazeyên 2 şehîdan li Reqayê li ber dirûşman hatin veşartin. -
Xelkê Tirbespiyê ji bo piştgiriya bi QSD'ê re meşiya
Li bajarê Tirbespiyê yê kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi sedan kes ji bo piştgiriya bi QSD'ê re meşiyan. -
Gelê Kobanê piştevaniya gelê Bakurê Kurdistanê silav kir
Gelê Kobanê ji bo silavkirina berxwedana bakurê Kurdistanê daxuyanî da û got, "Em ê bi hev re serketinê pêk bînin."