BI DÎMEN

QSD'ê: Di nava 24 saetên dawî de 23 çete hatin kuştin

QSD'ê ragihand ku di şerê 24 saetên dawî yên li dijî çeteyên dewleta Tirk a dagirker de 23 çete hatine kuştin û 7 çete jî birîndar bûne. Her wiha maşîneke zirxî û 5 wesayîtên leşkerî yên çeteyan hatin rûxandin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), bi daxuyaniyekê, agahiyên dawî yên leşekerî û encamên berxwedana li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser gundewarên Minbic û Kobanê eşkere kir.

Daxuyaniya QSD’ê bi vî rengî ye: 

"Berxwedana şervanên me yên Hêzên Sûriyeya Demokratîk a li dijî êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di asta herî bilind de berdewam dike.

Duh Yekşemê saet 13.00’an piştî nîvro, çeteyên dewleta Tirk a dagirker li başûrê rojhilatê bajarê Minbicê girê Syriatel û gundên derdora wê êrîşeke dijwar pêk anî û di navbera şervanên me û çeteyan de şerên dijwar rû dan. Di encamê de 5 wesayitên wan ên leşkerî (3 wesayitên zirxî yên leşkerî, wesayiteke leşkerî ya veguhestina leşkeran û wesayiteke leşkerî ya ji tîpa Toyota û wesayîteke din a leşkerî ya ji cureya (BMB) hatin rûxandin. Her wiha 15 çete hatin kuştin.

Her wiha Yekîneyên Şehîd Harûn, li kombûnên çeteyan xistin, di encamê de hejmarek çete hatin kuştin û birîndarkirin, lê hejmara wan nehat zelalkirin.

Bi şikestina êrîşa çeteyan re balafirên şer û balafirên bê mirov yên artêşa Tirk a dagirker ji bo piştevaniya êrîşên çeteyan, êrîşên xwe yên li ser herêmê zêde kirin. Ev yek careke din piştrast dike ku efserên artêşa Tirk a dagirker odeya çalakiyan a çeteyan bi rêve dibin

Hejmara kuştiyên çeteyan duh gihişt 23’yan û 7 çeteyên din jî birîndar bûn.

Îro Duşemê danê sibê, artêşa Tirk a dagirker gundên Girik û Omerek ên girêdayî bajarê Kobanê topbaran kirin, di heman demê de bi tundî êrîşên asmanî li ser gundên Mixrebetîn û Seibt ên girêdayî Sirînê û kargeha çîmentoyê ya li derdora Sirîn, ên dikevin başûrê Kobanê, pêk anîn.

Dewleta Tirk a dagirker her dema ku êrîşên çeteyên wê têne şikandin, bi armanca bilindkirina moralî wan ku di bin derbên şervanên me de têk diçe, bi balafirên şer û balafirên bê mirov herêmê bombebaran dike."