BI DÎMEN

Dayikên Kobanê: Em ê bi çeka xwe li hemberî dagirkeriyê rabin

Dayikên Kobanê ku kolan û gundên xwe diparêzin gotin, “Îro dem dema me ye, dema azadiyê ye, dema serkeftinê ye, divê çar parçeyên Kurdistanê rabin û em hemû bibin yek û li hemberî her cure qirkirinê serî hildin."

Di bin sîwana Şerê Gelê Şoreşgerî de ji zarokên 7 salî heta bi 70 salî her kes seferbere û di nava parastinê de ne. Jinên ku bi rojane li gund û kolanên xwe derdikevin parastinê û axa xwe û bajarê xwe ji dagirkeriyê diparêzin ji ANF`ê re axivîn.

Hewa Berewad ku dayika şehîd Karkere û ji bo parastina axa xwe û kolana ku lê dimîne, derketiye parastinê wiha dibêje: "Îro dewleta Tirk bi hemû awayî êrîşên xwe pêk tîne, li Qereqozaxê û Tişrînê êrîşên bi rengekî hov pêk tîne. Lê bila dewleta Tirk ji bîr neke ku çawa me DAÎŞ tune kir, em ê wan jî têk bibin tevî çeteyên wan. Îro dem dema me ye, dema azadiyê ye, dema serkeftinê ye, divê çar parçeyên Kurdistanê rabin û em hemû yek bin û li hemberî her cure qirkirinê serî hildin."

`EM BÊY NAN, AV Û HETA BÊY ZAROK JÎ DIKARIN BIJÎN LÊ BÊY WELAT EM NIKARIN’

Dayika Hewa anî ziman ku ew ê kolana xwe biparêzin û bi çeka xwe li hemberî dagirkeriyê rabin û wiha pêde çû: "Em bi çeka xwe bersivê didin dijminê xwe, em li pişt şervanên xwe ne. em kolan li kolan li qadane, em xwediyê vê axê ne, zarokên me di nava çeperên şer de ne, em ê Kobanê ji dagirkeriyê re bikin goristan. Em tu carî serê xwe li hemberî tu kesî natewîn in, ev der Kobanê ye bi xwînê hatiye avakirin. Em bê nan û av jiyan dikin, em bê zarok jî dikarin jiyan bikin, lê em bêy welat tu carî nikarin jiyan bikin. Çawa bi çeka xwe li hemberî tarîtiyê sekinîn û me ew têk bir. Em ê dîsa jî bi vê çeka xwe dagirkeriyê têk bibin. Bi me dayîkan mabe û ji 7 salî heta 70 salî wê çeka xwe rakin û li hemberî dagirkeriyê bisekin in."

Ji pêkhateya Ereb Emîne Mihemed, jî ku ew jî derketiye ji bo parastina taxa xwe wiha qala berxwedanî û sekna şervana û ew dayîk li hemberî dagirkeriyê rabûne dike û dibêje: "Ev bajar bajarê me ye û em hemû di nava bajarê xwe de ne. Dijmin jî tu carî wê nikaribe bajarê me yê ku bi xwîna şehîdên me hatiye avdan dagir bike. Îro em hemû yek gel in, hemû netew di nava sîwana Netewa Demokratîk de em jiyan dikin."

Emîne Mihemed diyar kir ku dewleta Tirk rojane êrîşên xwe her diçe zêde dike û wiha got: “Îro li ser zarokên me êrîşan pêk tîne, em ê li hemberî vê dagirkeriyê hemû rabin ser piyan. Serketin misoger e. Em bi zarokên xwe bawerin, em tu carî dev ji vê axa xwe ber nadin. Em tu carî qebûl nakin û em ê heta dawiyê li hemberî dagirkeriyê xwedî helwest bin."