YPJ’ê nasnameya 3 şehîdan eşkere kir

YPJ’ê nasnameya 3 şervanên ku di berxwedana li dijî êrîşên dagirkeriyê de şehîd bûne eşkere kir.

Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ragihand ku şervanên wan Tolvîn Şahîn, Bêrîtan Amanos û Berfîn Hesekê di berxwedana li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser herêma Qereqozaq de şehîd bûne.

Di daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya YPJ’ê de diyar kir ku dewleta Tirk ji bo Bendava Tişrînê û pira Qereqozaqê dagir bike êrîş dike û anî ziman ku gefê li jiyan û ewlehiya gelên Bakur û Rojhilata Sûriyeyê dixwe.

Daxuyanî wiha ye:

“Hevrêyên me Tolvîn Şahîn, Bêrîtan Amanos û Berfîn Hesekê di cenga mezin ya Qereqozaqê de li beramberî dagirkerî û çeteyên dewleta dagirker ya Tirkiyeyê têkoşîneke bê eman meşandin. Canê xwe kirin mertal û tevlî karwanên şehîdan bûn.

Dewleta dagirker ya Tirkiyê bi rêya çeteyên xwe bêtirî mehekê ye ku bênavber êrîşê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike û hewl dide bi dagirkirina bendava Tişrîn û pira Qereqozaxê derfetên jiyan û ewlehiya gelê me bixîne metirsiyê de. Bi vî rengî jî li gor qanûnên şer jî sûcên mezin pêk tîne. Li beramberî van kiryarên dagrikeriyê, şervanên azadiyê bi pêşengtiya YPJ li eniyên berxwedanê dîroka berxwedan û serbilindiya gelan dinivîsin û dubare nîşanê dost û dijmin didin ku vîna gelan ji her cûre êrîş, îtîfaqên qirêj û plangeriyan mezintir û bihêztir e.

Di van êrîşan de, heya niha bi dehan şervanên azadiyê gihîştin mertebeya şehadetê û bûne pakrewanên rêya azadî û yekgirtina gelan. Hevrêyên me Tolvîn Şahîn, Bêrîtan Amanos û Berfîn Hesekê di 9’ê Çileyê de di encama êrîşa balafira bêmirov û bi çek a dewleta dagirker ya Tirkiyê ku piştevaniya çeteyan dike, gihîştin şehadetê. Em ji malbatên hêja yên şehîdên xwe re, ji gelên xwe yên welatperwer û hemû hevrêyên xwe re sersaxiyê dixwazin. Em çawa heya niha tim paybendên şehîdên xwe bûn, bi deyndariyeke mezintir û berpirsyartiyeke girantir, emê doza wan bigihînin serkeftinê û yek bi yek tola wan hilînin.

Şervana me Fatma Sîdo bi nasnav Tolvîn Şahîn li bajarê çanda çandiniyê Efrînê çavên xwe li cîhanê vekir. Ji bo wê jiyana watedar ji her tiştekê binirxtir bû. Bi vî rengî jî kete pey jiyanekê ku tê de biafirîne, bicivîne û bi hezkirin bijî. Rêya şoreşgertiyê encex dikarî ji vê xeyalên wê re bibe bersiv. Ji bilî wê hemû jiyanên di nav pergalê de ji bo jinekê û Kurdekê heman vebijêrk pêşkêş dikir. Dizanî ku ji bilî şoreşgertiyê rêyên din bersiva hest û armancên wê nadin. Ji bo wê jî herdem bi dilekî wêrek û pak beşdarî jiyana şoreşgerî bû.

Hevrêya me Tolvîn Şahîn di nav refên YPJ’ê de xwe naskir. Ji pirsên xwe re bersivên watedar dît. Heta karî asoya xwe pir fireh û mezin bike. Êdî dilê wê, mêjiyê wê bi qasî şoreşgertiya şoreşê mezin û bi hêz bibû. Xwe bi perwerdeya Sekvanî jî di warê leşkerî de jî zêdetir pêşxist. Li herêmên Efrîn, Til Koçer, Hesekê di eniyên têkoşînê de aktîf cih girt û heya kêliya şehadetê di ferqa mîsyona xwe de jiyan kir.

Şervana me Safa Silêman bi nasnav Bêrîtan Amasons jî ji warê niştimanperweriyê Efrînê ji dayik bû. Ji eşîreta berxwedêr a Begara ya pêkhate Ereb bû. Di wê de jî ev tovê berxwedêrî û serî rakirinê karaktereke diyarker ava kir. Lewma tucarî zordarî û zilma li ser jinê, li ser çîn û civakê nepejirand. Serhildêriyê ew ber bi tevlî nava têkoşînê ve bir. Demekê di xebatên ciwanên Şoreşger de cih girt û paşê jî berê xwe da refên YPJ’ê. Wê yekgirtina gelan herî zêde jî di rêhevaltiya jinan de hîs kir û ji bo wê jî bû bingeha xwe avakirinê.

Şervana me Emanî Mihemed bi nasnav Berfîn Hesekê li bajarê Hesekê hate cîhanê. Wek jineke Ereb ku di nav pir-çandiya Hesekê de mezin bû, xwe li ber hemû civaka Sûriyê berpirs dît. Yek ji xeyala wê ya zarokîniyê ew bû ku mezin bibe û tevlî nava refên YPJ bibe. Wiha jî bikaribe jinan ji her cure zordestiyan biparêze. Di naf refên YPJ de xwe pêşxist û erkên şoreşgertî wek rêgezên bingehîn yên jiyanê bi dest girt û pêk anî.

Em hevrêyên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin. Em ê ji bo pêkanîna armancên şehîdên xwe teqez dagirkeriyê têk bibin.

AGAHIYÊN NASNAMEYA ŞEHÎDAN

Nasnameyên şehîdan bi vî rengî ne:

Nav û Paşnav: Fatma Sîdo

Nasnav: Tolvîn Şahîn

Navê Dayikê: Yildiz

Navê Bav: Mehmûd

Cih û Dîroka Şehadetê: 09.01.2025/Qereqozaq

 

Nav û Paşnav: Emanî Mihemed

Nasnav: Berfîn Hesekê

Navê Dayikê: Meryem

Navê Bav: Îbrahîm

Cih û Dîroka Şehadetê: 09.01.2025/Qereqozaq

 

Nav û Paşnav: Safa Silêman

Nasnav: Bêrîtan Amanos

Navê Dayikê: Reca

Navê Bav: Mihemed

Cih û Dîroka Şehadetê: 09.01.2025/Qereqozaq."