Dagirker bombeyan li Bendava Tişrînê dibarînin
Dewleta Tirk a dagiker ku ji destpêka meha Kanûnê û vir ve êrîşî Bendava Tişrînê dike, roja Sêşemê jî careke din bombe li bendavê û derdora wê barand.
Dewleta Tirk a dagiker ku ji destpêka meha Kanûnê û vir ve êrîşî Bendava Tişrînê dike, roja Sêşemê jî careke din bombe li bendavê û derdora wê barand.
Li gorî agahiyan, dewleta Tirk û çeteyên wê bi dema herêmî saet di 12:40'î de dest bi bombardûmana li ser Bendava Tişrînê û derdora wê kir.
Têkildarî bombardûmana bi çekên giran agahiyên berfireh bi dest neketin.