Li Bendava Tişrînê berxwedana gel dewam dike
Li Bendava Tişrînê berxwedana gel a li dijî dagirkeriyê di roja 6'emîn de ye. Girseya gel got, "Em ê dest ji bendavê bernedin."
Li Bendava Tişrînê berxwedana gel a li dijî dagirkeriyê di roja 6'emîn de ye. Girseya gel got, "Em ê dest ji bendavê bernedin."
Çalakiya nebodariyê ya li bendava Tişrînê ket roja xwe ya şeşan. Şêniyên bajarên Til Temir, Dirbêsiyê, Zirgan, Hesekê, Şedadê û Amûdê ev du roj in li bendavê çalakiya nobedariyê dikin.
Roja şemiyê şêniyên bajarên Til Temir, Dirbêsiyê, Zergan, Hesekê, Şedadî û Amûdê ji bo rawestandina êrişên dewleta Tirk a dagirker ber bi kantona Tebqayê ve ketin rê û ji wir berê xwe dan bendava Tişrînê. Piştî ku şênî gihiştin, li şûna şêniyên kantona Firatê ku ev 4 roj bûn nobet digirtin, ketin çalakiyan nobetê.
Tê plankirin ku karwanekî din ê şêniyên kantonên Tebqa, Reqa û Dêrazorê bigihêje bendava Tişrînê da ku tevlî çalakiya nobedariyê bibin.
Tevî sermayê jî çalakvan çalakiya xwe ya li ser bendavê didomînin. Di vê navberê de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê derdora bendavê û gundên wê topbaran dikin. Çalakvan bê navber dirûşmeyên “Em bendava Tişrînê bernadin,” berz dikin.
ÊRÎŞA HEWAYÎ
Di vê navberê de dewleta Tirk a dagirker bi balafirên şer bombe li Bendava Tişrînê û derdora wê dibarîne.
Dagirkeran heta niha 3 caran êrîşên hewayî kirin.