Saziyên kantona Firatê êriş şermezar kirin
Desteya Perwerde û Fêrkirinê û saziya rêxistina Mafên Mirovan a Kantona Firatê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê bi daxuyanikê şermezar kirin.
Desteya Perwerde û Fêrkirinê û saziya rêxistina Mafên Mirovan a Kantona Firatê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê bi daxuyanikê şermezar kirin.
Desteya Perwerde û Fêrkirinê û saziya rêxistina Mafên Mirovan ya Kantona Firatê di têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagiker ên li ser herêmê pêk tîne de daxuyanî dan.
Daxuyaniya şermezarkirinê him bi Erebî him jî bi zimanê Kurdî hate xwendin. Daxuyanî wiha ye:
"Di çarçoveya êrîşên dewleta Tirk a dagirker de komên çete li ser herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyê ji 8'ê Çileya 2024'an vir ve hewl didin êrîşên xwe serbixînin. Di encamê de binesazî, çavkaniyên mirovî, prosesa perwerdeyê jî ji ber van êrîşan xisar dîtin. Lewre artêşa dewleta Tirk a dagirker û komên çete dibistan, xwendekar û mamosteyan jî kirin hedef.
Ev êrîşên hovane hîşt ku bi hezaran xwendekar ji xwendînê bêpar bimînin. Her wiha di van êrîşan de gelek xwendekar û mamoste jî şehîd bûn. Navê xwendekar û mamosteyên ku di van êrîşan de şehîd bûne wiha ye:
Ebullah Şêx Elî, Sewsen Xelîl Omer, Nesîm Berho Xelef, Fatma Ismaîl Mistefa, Eyşe Ismaîl Mistefa, Mezlûm Ebullqadir Xelo, Yusif Ebullqadir Xelo, Şehed Hemed Şêx, Mihemed Mistefa Elîdo, Zemzem Mistefa Elîdo û Ebullqadir Mistefa Elîdo.
Di nav van du mehan de prosesa perwedeyê li gelek dibistanan hate sekinandin. Taybetî dibistana Girê Ibirê ya girêdayî navenda Kobanî û dibistana Elhuriyê ya ku girêdayî navenda Eyn Îsayê rasterast hate hedefkirin. Dewleta Tirk a dagirker eşkere hemû mafê mirovan aşkere binpê dike.
Wek Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantona Firatê van sûcên dewleta Tirk a li hemberî dibistan, zarok û mamosteyan şermezardikin. Bang li rêxistinên navnetewî, mafê mirovan, rêxistina Mafê Zarokan(UNICEF), dewletên gerantor û welatên yekbûyî dikin ku bila vê rewşê çarese bikin û pêşiya van sûcan bigirin."
Daxuyaniya saziya Mafê Mirovan jî li pêş avahiya saxiyê ji aliyê rêvebira Odeya Karkeran a Kantona Firatê ve hat xwendin. Daxuyanî wiha ye:
Daxuyanî wiha ye:
Hêzên Tirkiyê di 11'ê Çileya 2025'an de bi êrîşekê hovanê li Sirînê komkujiyek pêk anî. Di encama vê komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan. Îsmaîl Hisên Mustafa û du kêçên wî şehîd bûn û hevîjîna wî û 5 zarokên din jî birîndar bûn.
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li herêmên ku dagir dike tenê bi komkujiyan ve bisînor namiînin. Di heman demê de mal û milkê gel jî talan kirin, dîrok û xwezaya herêmê ve lîstin.
Dewleta Tirk a dagirker xwest ku bi van êrîşan re destdirêjî li destkeftiyên gelê herêmê bikin. Kesên ji ber êrîşan reviyanê û xwe spartine deverên din ên Rojava jî ji ber vê mexdur man. Ji ber vê em dewleta Tirk a dagirker şermazer dikin û em soz didin ku em ê çeja hevalên xwe rakin."