ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Bi hezaran xwendekar di bin êrîş û ambargoyê de perwerdeyê dibînin
Li Kantona Efrîn-Şehbayê û Helebê ku di bin êrîşên dewleta Tirk û ambargoya hikumeta Şamê de ne 14 hezar û 793 xwendekar perwerdeyê dibînin. 179 xwendekar jî li Enstîtuya Şehîd Viyan Amara dibin pispor. -
Cenazeyê şervanên HRE’yê Gabar û Reşo hatin veşartin
Cenazeyê şervanên HRE’yê Cûdî Gabar û Cûdî Reşo yên di çalakiya Basilê de şehîd bibûn, li Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya navçeya Ehrezê ya Kantona Efrîn û Şehbayê hatin veşartin. -
Çîçek Kobanê bi merasîmeke girseyî hat veşartin
Şêniyên Kantona Firatê bi merasîmeke girseyî cenazeyê Çîçek Kobanê ya ku di çalakiya li gundê Basil ê Efrînê 30’ê Çileyê de şehîd bûbû, veşartin. -
Li Hesekê 40 DAÎŞ’î hatin girtin
QSD’ê ragihand ku li Hesekê 40 kes bi gumana ku endamên DAÎŞ’ê ne, hatin girtin. -
Dildarên azadiyê: Şehîd Hozan û Xebat
Dayika du şehîdan Cewahir Osman li ser jiyana du kurên xwe yên şehîd axivî û got: “Zarokên min jî wek hemû ciwanên welatparêz ku dixwestin li ser vê riya bi rûmet bimeşin, tevlî qadên şer û hêzên leşkerî bûn. Bi xwesteka şoreşê re şehîd bûn.” -
Gelê Efrînê şehîdên xwe pêşwazî kir
Gelê Efrîn û Şehbayê li navçeya Ehdasê ya herêma Şehba pêşwaziya şehîdên çalakiya Gundê Basilê kirin. -
Şaredariya gel di jiyana ekolojîk de bi israr e
Şaredariya Kantona Efrîn-Şehbayê ku li gel ambargo û êrîşan jî karê xwe bênavber dike, li ser bingeha jiyaneke ekolojîk xizmetê ji gel re dike. Di sala 2024'an de wê bi enerjiya rojê xizmet ji navçe û gundan re bê kirin. -
Dewleta Tirk li Eyn Îsayê ciwanek qetil kir
Dewleta Tirk a dagirker li Eyn Îsayê ciwan Hesen Mihemed Hisên El Şêx El Mexlet bi gulereşandinê qetil kir. -
Di 2’yemîn salvegera şehadeta Dilara, Ronahî û Kobanê de soza tolhildanê hate dayîn
Li ser gora şehîd Dilara, Ronahî û Kobanê, soza tolhildanê û berxwedanê hate dayîn. -
Sekreterê Kombûna Nîştimanî ya Kurdistanê Mihemed Ebas jiyana xwe ji dest da
Sekreterê Partiya Kombûna Nîştimanî ya Kurdistanê Mihemed Ebas jiyana xwe ji dest da. -
Ji bo azadiya Abdullah Ocalan 3 milyon û 699 hezar îmze wê ji YE re bên şandin
Înîsiyatîfa Abdullah Ocalan a Sûriyeyê xwe amade dike ku 3 mîlyon û 699 hezar îmzeyên ku di encama kampanya îmzeyan de kom kir, ji YE’yê re bişîne. Ji Înîsiyatîfa Abdullah Ocalan a Sûriyeyê Nûha Omer diyar kir ku armanca sereke azadiya Abdullah Ocalan e. -
Li Şehbayê 292 kedkarên tenduristiyê xizmetê didin
Desteya Tenduristiyê ya Kantona Efrîn û Şehbayê ku ji sala 2018’an û vir ve xizmeta gelê Şehbayê dike bi 292 kedkarên tenduristiyê re xizmetê didin. Nexweşxaneyên Avrîn û Til Rifet sê navendên tenduristiyê û sê klînîkên diranan jî xizmetê ji gel re dikin. -
Li Qamişloyê pêşengaha wêneyên Rêberê Gelê Kurd hat vekirin
Li Qamişloyê têkoşîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji Amarayê heta Îmraliyê bi pêşengeheke wêneyan hat vegotin. -
Nerazîbûn nîşanî êrîşa dewleta Tirk hate dayîn: Divê helwest bê nîşandan
Rêxistina Sara êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser Kobanê şermezar kir û bang kir ku helwesteke zelal bê nîşandan. -
Di êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê de 28 leşker û milîsên Şamê hatin kuştin
Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), di êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê yên li hemberî otobuseke leşkerî ya li Hûmûsê û baregeheke li nêzî sînorê Iraqê de herî kêm 28 leşker û milîsên Şamê hatin kuştin. -
Dewleta Tirk êrîşî Kobanê kir: 2 kes birîndar bûn
Dewleta Tirk a dagirker li Kobanê wesayîtek bombebaran kir. Elî Mistefa Osman û hevjîna wî Helîme Mihemed Osman birîndar bûn. -
Merasîma veşartina şehîdan: Berdêl çi dibe bila bibe em ê bi ser bixin
Cenazeyê şehîd Çeko Xidirbejî û şehîd Ciwan bi merasîmeke bi heybet li Kobanê hat veşartin û gerîlayê HPG’ê Argeş Kobanê û Garzan Tolhildan hatin bibîranîn -
Salvegera damezrandina KJK'ê li Kobanê û Hesekê hat pîrozkirin
19’emîn salvegera damezrandina KJK'ê li Kobanê û Hesekê bi çalakiyên cuda, hat pîrozkirin. Bi vê wesîleyê li bajarê Hesekê gul hatin çandin. -
PYD û Kongra Star bi tifaqê tevlî hilbijartinê dibin
PYD û Kongra Star biryar dan ku bi tifaqê tevlî hilbijartinên şaredariyan bibin. Ji bo hilbijartinê jî banga tevlîbûnê li gel kirin. -
Şehîd Ezîz Ereb li Minbicê hat bibîranîn
Şêniyên kantona Minbicê şehîd Ezîz Ereb di salvegera şehadeta wî ya 38'emîn de bi bîr anî. -
Ji bo du şehîdan konê sersaxiyê hate vedan
Ji bo şehîd Garzan Tolhildan û Mizgîn Dilbirîn konê sersaxiyê hate vedan. Di axaftinên çalakiyê de derbên giran ên gerîla li dewleta Tirk hate silavkirin. -
'Şehîd Garzan Tolhildan soz da bavê xwe yê şehîd û xwedî li soza xwe derket'
Met û birayê şehîdê HPG’ê Garzan Tolhildan, diyar kirin ku ew bi şehadeta Garzan serbilind in û gotin, "Garzan têkoşîna bavê xwe û apê xwe berdewam kir, wê teqez bi hezaran ciwan jî rêya wî bişopînin û bi ser bikevin." -
Ji Rêveberiya Xweser û TEV-DEM'ê peyama Çarşema Serê Nîsanê
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) cejna Çarşema Serê Nîsanê ya Êzidiyan pîroz kirin. -
Çeteyan êrîşî yek jê zarok 2 kesan kir
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrîna dagirkirî li zarokekî û ciwanekî dan û motorsiklêta wan desteser kir. -
Cenazeyê şehîdê Hêzên Erka Xweparastinê hate veşartin
Cenazeyê Şehîdê Hêzên Erka Xweparastinê Mihemed Xidir El Yûnis li Hesekê hate veşartin.