ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Li Tirbespiyê xwendekar û mamosteyan dewleta Tirk şermezar kirin
Ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker û silavkirina berxwedana li dijî dagirkeriyê li bajarê Tirbespiyê yê Kantona Cizîrê meşek hate lidarxistin. -
Li Hesekê berxwedana QSD û YPJ’ê hate silavkirin
Li Hesekê xwendekar û mamosteyan, berxwedana QSD û YPJ’ê silav kirin û êrîşên dagirkeriyê protesto kirin. -
Rêxistina Sara û Nivîsgeha Parastina Zarokan êrişên dagirkeriyê şermezar kirin
Rêxistina Sara û Nivîsgeha Parastina Zarokan ya Desteya Jin a Kantona Firatê bi daxuyaniyeyekê êrişên li ser sivîlan şermezar kirin. -
'Rêveberiya Xweser ji tevahî cîhanê re bûye mînak'
Leyla Sarûxan û Dr. Elî Sabit diyar kirin ku li Bendava Tişrînê berxwedaniya gelê herêmê li dijî êrîşên dewleta Tirk e û destnîşan kirin ku hêzên QSD’ê bi gelên xwe re ji bo parastina destketiyên herêmê berxwedaniyek dîrokî didin meşandin. -
Federasyona Gaziyan berxwedana li Bendava Tişrînê silav kir
Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyeke nivîskî salvegera rizgariya Kobanê pîroz kir û berxwedana li Bendava Tişrînê silav kir. -
QSD: Li Pira Qereqozaxê 8 çeteyên êrişkar hatin kuştin
QSD'ê ragihand ku li eniya Pira Qereqozaxê di bersiva hêzên wan de 8 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin ku yek ji wan serçete bû. -
Li Bendava Tişrînê kalek li gel dîlana azadiyê nimêja xwe dike
Li Bendava Tişrînê ku bûye remza berxwedan û keleha lehengiyê, gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi stran, tilîlî û baweriya xwe li ber xwe didin. Yek ji dîmenên balkêş jî kalekî li ser bendavê nimêja xwe dike. -
Bawer Efrîn: Îradeya me ji teknîka dewleta Tirk mezintir e
Şervanê QSD’ê Bawer Efrîn, anî ziman ku dewleta Tirk bi hêza teknîkê êrîşî Bendava Tişrînê dike û got, “Ji roja ewil ve armanca êrîşên dewleta Tirk şikandina îradeyê ye. Lê îradeya me ji teknîka wan jî mezintir e.” -
Rojnamevan Dilovan Asmîn: Nikarin ronahiya heqîqetê vemirînin
Rojnamevan Dilovan Asmîn ku di dema şopandina berxwedana Tişrînê de ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker birîndar bû got, "Bi êrîşa li dijî rojnamevanan wê nikaribin ronahiya heqîqetê vemirînin." -
Pitikê di êrîşa dewleta Tirk de birîndar bûbû, nehat rizgarkirin
Pitikê 6 mehî ku di êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li dijî gundê El Cemas ê gundewarê Eyn Îsayê de birîndar bûbû, jiyana xwe ji dest da. -
Rêveberiya Xweser: Bêdengiya li hemberî êrîşan êrêkirina veşartî ye
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bêdengiya navneteweyî û herêmî sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi "erêkirineke veşartî" bi nav kir. -
Di êrîşa gundê Eyn Îsa de zarokek hat qetilkirin, zarokek û ciwanek birîndar bûn
Dewleta TirkaDewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşî gundên Eyn Îsayê dikin. Di encama bombebaran li dijî gundê El Ce a dagirker û çeteyên wê êrîşî gundên Eyn Îsayê dikin. Hate diyarkirin ku di topbaran li dijî gundê El Cemas de şehîd û birîndar hene. -
Dewleta Tirk li Tişrînê dîsa êrîşî gel kir: Birîndar hene
Dewleta Tirk a dagirker careke din rasterast êrîşî gelê li Bendava Tişrînê nobet digrin kir. Hate ragihandin ku di encama êrîşê de birîndar hene. -
Eyn Îsa hate bombekirin
Hate ragihandin ku dewleta Tirk a dagirker li gel çeteyên xwe bombe li bajarê Eyn Îsayê barandiye. -
Xelkê Kobanê salvegera rizgarkirina warê xwe bi şahiyekê pîroz kir
Şêniyên Kantona Firatê salvegera 10'emîn û damezrandina Rêveberiya Xweser a 11'emîn bi şahiyekê pîroz kirin. -
Li Hesekê êrîşa DAÎŞ'ê hate şikandin: 2 DAÎŞ'î hatin girtin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihandin ku êrîşeke çeteyên DAÎŞ'ê ya li Hesekê hate şikandin. -
Şêniyên kantona Cizîrê cangoriyên xwe spartin axê
Gelê kantona Cizîrê bi merasîmeke bi heyet du şehîd spartin axê û 5 şehîdên din bi bîr anîn. Di merasîmê de soza şopandina xeta şehîdan hate dayîn. -
YPG'ê ji bo rabûna li ber êrîşên dewleta Tirk bang kir
Fermandariya Giştî ya YPG'ê bi wesîleya salvegera 10'emîn a rizgarkirina Kobanê daxuyanî da û ji bo rabûna li ber êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bang kir. -
QSD: 20 çete hatin kuştin, 2 drone hatin xistin
QSD'ê ragihand ku di berxwedaan 24 saetên dawî de li derdora Bendava Tişrînê û gundên Minbicê 20 çete hatin kuştin, 9 birîndar bûn û 2 drone hatin xistin. -
'Doh Kobanê bû, îro jî Tişrîn e'
Hevserokê PYD'ê yê Kantona Firatê Bozan Xelîl diyar kir ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê bibe modela nû ya Rojhilata Navîn û bibe cihê çareseriyê. -
Nobeda li Bendava Tişrînê di roja 19'an de ye
Li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker nobeda berxwedanê ya li Bendava Tişrînê 19 roj in bê navber dewam dike. -
Li Zanîngeha Kobanê ezmûnên werza yekemîn destpê kir
Li Zanîngeha Kobanê 1029 xwendekar dest bi ezmûnên werza yekemîn kirin. Xwendekarên Zanîngehê gotin, “Tevî êrîşên dijwar ên li ser herêmên me, em hewl didin xwendina xwe bi awayekî serketî bidomînin.” -
Nasnameya şehîdekî çalakiya nobedê hate eşkerekirin
Hate ragihandin ku di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de li Bendava Tişrînê doh Mihemed Xelîl Hemo şehîd bû. -
Rêveberiya Xweser: Ruhê Kobanê li Tişrînê dewam dike
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî salvegera 10'emîn a rizgarkirina Kobanê daxuyaniyek da û got, "Ruhê li Kobanê geş bû li Tişrînê dewam dike." -
Zarîn Kobanê: Azadkirina Kobanê ji bo gelan deriyê ronahiyê vekir
Gaziya şer Zarîn Kobanê diyar kir ku çawa ji bo parastina Kobanê li dijî çeteyan şer kirin û bi ser ketin, îro jî heman berxwedanê raber dikin û got, “Azadkirina Kobanê ji bo pêkve jiyana herî bi rûmet deriyê ronahiyê ji hemû gelan re vekir.”