Li Taxa Kornîş 5 tabûr hatin avakirin

Şêniyên Taxa Kornîş a Qamişloyê ji bo piştevaniya QSD’ê 5 tabûr ava kirin.

Şêniyên Taxa Kornîş a girêdayî bajarê Qamişlo yê Bakur Rojhilatê Sûriyeyê, bi armanca piştgiriya ji bo QSD û YPJ’ê 5 tabûr ava kirin û beşdarî Hêzên Parastina Civakî (HPC) bûn.

Tabûrên ku ji jin û mêran pêk tên, navên Şehîd Mazlûm, Ezîz Ereb, Mizgîn, Çektar û Ciwantî li xwe kirin.

Avakirina tabûran bi daxuyaniyekê hate ragihandin û daxuyanî ji aliyê Nadîra Îbrahîm ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku tevahiya şêniyên taxê amade ye li hember êrîşên dijî herêmên xwe bisekinin û piştgiriyê bidin QSDˋê, YPJ û YPGˋê.

Di dewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku gel wê dev ji xakên xwe bernede û destûrê nede ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bikevin herêmên wan.