ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
'TEV-ÇAND bû parçeyek ji seferberiyê'
Hevseroka TEV-ÇAND’ê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Sumeye Mihemed diyar kir ku bi 10 berhemên xwe ew bûne beşek ji seferberiyê. -
Şêniyên kantona Firatê li dijî êrişên dewleta Tirk meşiyan
Bi hezaran kes ji şêniyên Kantona Firatê ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser bendava Tişrînê û hedefgirtina konvoya gel, daketin qadan. -
Çalakiya nobedê ya li Tişrînê di roja 9'emîn de ye
Çalakiya nobedê ya li Tişrînê di roja 9'emîn de ye ku li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên Artêşa Mîlî ya Sûriyeyê (SMO) tê meşandin. -
'Berdêl çi dibe bila bibe ji bo parastina herêmên xwe em ê bidin'
Şêniyên Kobanê yên ku duh ber bi bendava Tişrînê ve bi rê ketin diyar kirin ku ji bo parastina bendava Tişrînê û herêmên xwe berdêl çi dibe bila bibe ew amade ne bidin. -
Gaziyên şer berxwedana gel û şervanan a Tişrînê silav kirin
Gaziyên şer ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berxwedana şervanên QSD-YPJ û gel a li herêma Tişrînê silav kirin û gotin, “Em berxwedana bi rûmet silav dikin. Di refên herî pêş de cihgirtina me ya li rex şervanên azadiyê ji bo me serbilindî ye.” -
Nûnera Şamê ya Meclîsa Jinê ya Sûriyeyê: Mafên jinan divê esasê destûra bingehîn be
Nûnera Şamê ya Meclîsa Jinê ya Sûriyeyê Rend Abdullah: Di her xaleke Destûra Bingehîn de divê wekheviya jin û mêr hebe. Divê mafên siyasî, aborî û civakî yên jinan bêne ewlekirin û parastin. -
Nasnameyên şehîd û birîndarên li Tişrînê diyar bûn
Hate zanîn ku di encama êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser konvoya ku ber bi Tişrînê ve diçû de welatiyên sivîl ên bi navên; Omer Hisên Derwêş, Osman Mustefa Îbrahîm û Basim Omer hatine qetilkirin. -
Ciwanên Qamişloyê tabûra 9’emîn ava kirin
Ciwanên Qamişloyê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagiker berxwedanê mezin dikin, di bin sîwana HPC’ê de tabûra 9'emîn ava kirin. -
Çeteyên dewleta Tirk 2 jin qetil kirin
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li çoltera Girê Spî ya dagirkirî jinek ducanî jî di nav de 2 jin qetil kirin û zarokek jî birîndar kirin. -
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk çalakgerên Tişrînê silav kir
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyek nivîskî berxwedana nobedarên li Bendava Tişrînê û QSD’ê silav kir. -
Konvoya gel tevî êrîşên xwe gihand Bendava Tişrînê
Konvoya gel tevî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê xwe gîhand Bendava Tişrînê û nobet didome. -
Rêveberiya Xweser a Kantona Firatê hedefgirtina sivîlan şermezar kir
Rêveberiya Xweser a Kantona Firatê êrîşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî welatiyên li Bendava Tişrînê şermezar kir. -
Cenazeyê şehîd Îbrahîm El Necim li Tebqayê hat veşartin
Şêniyên Tebqayê cenazeyê şervanê QSD′ê şehîd Îbrahîm El Necîm veşartin û peyama heta şikandina êrîşên dagirkeriyê wê têkoşînê mezin bikin, dan. -
Xelkê gihîştin bendava Tişrînê hedef hatin girtin: 3 şehîd û 19 birîndar
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê xelkê ku ji bo beşdarî çalakiya nobetê bibin ji kantona Firatê xwe gihandin bendava Tişrînê cara duyemîn kirin hedef. Di êrîşê de 3 kes şehîd bûn û 19 jî birîndar bûn. -
Dewleta Tirk gel bombebaran kir: 1 şehîd, 4 birîndar
Dewleta Tirk a dagirker bombe li gelê ku ji bo tevlî çalakiya nobetê ya Bendava Tişrînê bibin barand, di encamê de 1 kes şehîd bû û 4 jî birîndar bûn. -
Dewleta Tirk êriş bir ser konvoya gel a diçû Tişrînê
Konvoya gel a ku berê xwe li Bendava Tişrînê bû, dema ku bi rê ket bû hedefa bombardûmana dewleta Tirk a dagirker. -
Xelkê Amûdê Beyar El Elî spart axê
Cenazeyê şervanê QSD'ê Beyar El Elî li Amûdê hate veşartin. Di merasîmê de bang hate kirin û hate gotin, "Divê her kes biçe Bendava Tişrînê û li gel hêzên xwe bin." -
Li Zanîngeha Kobanê komxebatê berxwedanê
Li Zanîngeha Kobanê komxebata bi navê, `di nava bêdendiyê de dengvedana berxwedana Kobanê û Rojavayê` hate li dar xistin. -
Cenazeyê şehîd Ehmed Silêman hate veşartin
Cenazeyê şervanê QSD'ê Ehmed Silêman (Rojava) ku li Bendava Tişrînê şehîd bû, li Şehîdgeha Şehîd Delîla Saroxan a bajarê Qamişloyê bi merasîmekê hate veşartin. -
Şêniyên kantona Firatê 5 şehîdên xwe spartin axê
Bi hezaran kes ji şêniyên kantona Firatê bi merasîmekê cangoriyên xwe Birûsk Efrîn, Dilyar, Yilmaz, Qendîl û Hogir spartin axê. -
Ji Meclîsa Gelan şeş pîvanên ji bo Destûra Bingehîn a Sûriyeyê
Meclîsa Gelan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku ew amade ne bi tecrûbeyên xwe hevkariyê bi hemû aliyên neteweyî yên Sûriyeyê re bikin û şeş pîvan diyar kir. -
Dewleta Tirk bombe li Bendava Tişrînê barand
Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker bombe li Bendava Tişrînê barandin. -
Hêzên HTŞ'ê li Şamê êrîş birin ser Kurdan
Hêzên HTŞ'ê dor li taxa Zorava ya Şamê girtin û êrîş birin ser malên Kurdan. -
'Em ê sala 2025'an bikin sala bilindkirina têkoşînê'
Di 20`emîn salvegera damezrandina Kongra Star de hate gotin ku, "divê asta têkoşîna xwe bigihînin lutkeya serkeftinê û serbikevin." -
QSD: Li gundên Minbicê û Tişrînê 18 çete hatin kuştin
QSD'ê ragihand ku li başûr rojhilatê Minbicê û bakurê Bendava Tişrînê di çalakiyên bersivdanê yên hêzên wan de 18 çete hatin kuştin, 7 wesayitên zirxî, 3 tank û 6 wesayitên leşkerî hatin îmhakirin.