ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Ciwanên Amûdê tabûra xweparastinê ava kirin
Komeke ciwanên Amûdê ji bo ku bajêr li hemberî êrîşên dagirkeriyê û hewlên têkbirina aramiyê biparêzin, tabûrek ava kirin. -
Dewleta Tirk di 22 rojan de 41 kes qetil kir û 245 kes birîndar kir
Dewleta Tirk a dagirker ji 8ˋê Çileyê ve di êrîşên xwe yên li dijî deverên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û li ser gelê li Bendava Tişrînê de 41 sivîl qetil kir û 245 sivîl birîndar kir. -
Xelkê Reqa û Tebqayê: Hesab ji dewleta Tirk a dagirker bixwazin
Xelkê Reqa û Tebqayê li dijî êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker meşiya û bang li cıvata navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku hesab ji dewleta Tirk bixwazin. -
Gaziyên şer: Em li pişt hêzên QSD’ê ne
Gaziyên şer ên tevlî nobeta berxwedanê ya li Tişrînê bûn gotin, “Em li pişt hêzên QSD’ê ne yên li hember êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê di nav berxwedanê de ne.” -
Şêniyên kantona Firatê 2 şehîdên xwe spartin axê
Şêniyên Kantona Firatê cenazeyên 2 şehîdan spartin axê û 10 şehîd jî bi bîr anîn. -
Rapora YRA'yê: Sala 2024'an li Sûriyeyê 8 rojnamevan hatin kuştin
YRA’yê rapora binpêkirinên li dijî rojnamevanan a salane ya 2024’an weşand. Li gorî raporê li tevahiya Sûriyeyê 8 rojnamevan hatine kuştin. -
Gelê Sirînê li dijî êrîşên dewleta Tirk banga berxwedanê kir
Gelê bajarê Sirînê yê kantona Firatê bi armanca şermezarkirina komkujiya ku bi SÎHA ya dewleta Tirk hate kirin, li Qada Şehîdan li hev kom bû û daxuyaniyek da çapemeniyê. -
‘Dewleta Tirk bi awayekî eşkere qanûnên mirovî û navneteweyî binpê dike’
Rêveberiya Xweser a Kantona Firatê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ku dibin sedema komkujiya sivîlan şermezar kir û banga hesabpirsînê kir. -
Rojnamevanên li Bendava Tişrînê: Gel bi ruhê berxwedana Kobanê li ber xwe dide
Rojnamevanên ku li Bendava Tişrînê berxwedana dîrokî dişopînin, diyar kirin ku gel li dijî êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi rihê berxwedana Kobanê li ber xwe didin û gotin teqez serketin wê ya gel be. -
Li Qereqozaxê baregeha dagirkeran hate îmhakirin
QSD'ê bîlançoya berxwedana 24 saetan a li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên Artêşa Mîlî ya Sûriyeyê (SMO) eşkere kir û ragihand ku li Qereqozaxê baregeheke çeteyan bi temamî hatiye îmhakirin. -
Xelkê Kobanê bi venekirina dikanan nerazîbûn nîşanî êrîşan da
Xelkê Kobanê bi venekirina dikanan û rawestandina liv û tevgera rojane nerazîbûn nîşanî êrîşên dewleta Tirk da. -
Dewleta Tirk li Kobanê 2 kes qetil kir
Dewleta Tirk a dagirker bi balafireke bêmirov malekî li Kobanê bombebaran kir û 2 kes qetil kir. -
Cenazeyê şervanê QSD’ê Zinar Amûdê hat veşartin
Cenazeyê şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) şehîd Zinar Amûdê bi merasîmekî bi heybet hate veşartin. -
‘Heta êrîş disekinin, wê berxwedana Tişrînê bidome’
Xelkê Kobanê çalakiya nobetê ya li bendava Tişrînê, dewrî xelkê Kantona Cizîrê kir. -
Li Hesekê ji bo şehîdan merasîma girseyî
Cenazeyên şervanên QSD’ê Dilo Menacîr û Îskender Hesekê yên ku di meha Çileyê de şehîd bûn, li Hesekê bi merasîmeke girseyî hatin veşartin. -
Xelkê Kobanê nobedarên Tişrînê bi girseyî pêşwazî kir
Bi hezaran kes ji xelkê Kobanê welatiyên ku ev 4 roj e li Bendava Tişrînê nobedarî dikir, li Qada Jina Azad pêşwazî kirin. -
Koçberên Girê Spî komkujiyên dewleta Tirk şermezar kirin
Koçberên ji Girê Spî yên li bajarê Eyn Îsayê bi xwepêşandanekê komkujiyên dewleta Tirk ên li Sirîn û Zirganê şermezar kirin. -
Rêveberiya Xweser nerazîbûn nîşanî komkujiyan da
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku dewleta Tirk bi qetilkirina sivîlan sûcê şer dike û êdî xetên sor binpê kiriye. -
Dewleta Tirk li Reqayê bombe li avahiyekê barand
Dewleta Tirk a dagirker li bajarê Reqa yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombe li avahiyekê barand. -
QSD: 27 çete hatin kuştin û 10 jî birîndar bûn
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand ku di nava 24 saetên dawî de 27 çeteyên dewleta Tirk mirin û birîndar bûn. -
Bi hezaran kes ji şêniyên Kantona Firatê komkujiya dewleta Tirk şermezar kirin
Şêniyên Kantona Firatê êrîşên li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û komkujiya bajarê Sirînê şermezar kirin. -
Nasnameya şehîdê Hêzên Ewlekariya Hundirîn hate eşkerekirin
Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku di êrişa çeteyan de ya li Hesekê endamê wan Xidir El Osman şehîd bûye. -
Nasnameya şehîdên QSD'ê hate eşkerekirin
QSD'ê nasnameya 10 şervanên di bexwedana li dijî êrîşên dagirkeriyê de şehîd bûn, eşkere kir. -
Kongra Star: Li dijî dewleta Tirk divê lêpirsîna navneteweyî bê destpêkirin
Kongra Star nerazîbûn nîşanî komkujiyên dewleta Tirk da û got, "Divê lêpirsîneke navneteweyî bê destpêkirin." -
Li Tişrînê berxwedana gel a li dijî êrîşan mezin dibe
Li gel êrîşên dewleta Tirk a dagirker ji bo parastina Bendava Tişrînê çalakiya nobedê ya berxwedana gel 22 roj in bi biryardarî dewam dike.