Ciwanên Şengalî 27'ê Mijdarê pîroz kirin

Bi wesîleya salvegera 46'an a damezrandina PKK'ê li Şengalê bi pêşengiya ciwanan pîrozbahiyek hate lidarxistin.

SALVEGERA DAMEZRANDINA PKK'Ê

Di çarçoveya salvegera 46'an a damezrandina PKK'ê de li Şengalê bi pêşengiya Yekîtiya Ciwanên Êzidî, Yekîtiya Jinên Ciwan ên Şengalê û Înîsiyatîfa Ciwanên Ereb pîrozbahiyek hate lidarxistin. Pîrozbahî li Bexçeyê Serokatî yê li Geliyê Kersê pêk hat û bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên Êzidxanê û Kurdistanê destpê kir.

Hemo Şengalî bi navê ciwanan axivî û got, "Em dibêjin, îsal wê bibe sala dawî ya tecrîda li Îmraliyê û faşîzma dewleta Tirk. Şervanên azadiyê ku fedaiyên Rêbertî ne bi berxwedan û têkoşîneke mezin dîrok nivîsandin. Em 27'ê Mijdarê li wan pîroz dikin û berxwedana wan silav dikin."

Bi navê Înîsiyatîfa Ciwanên Ereb jî Cemşîd Ereb axivî û diyar kir ku bi saya felsefeya R3eber Apo pêkhateyên li Şengalê ji bo jiyaneke hevpar têdikoşin.

Piştî daxuyaniyê koma Çiyayê Şengalê û ya Navenda Çand û Hunerê ya Şengalê hunera xwe pêşkêş kirin.

Pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.