Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo Efrînê daketin qadan

Gelên Kobanê, Minbîc, Tebqa û Til Beraqê di salvegera êrişên dagirker ên li ser Efrînê daketin qadan.

KOBANÊ

Gelê Kobanê di salvegera êrişên dagirker ên li ser Efrînê de daketin qadan.

Meş ji Qada Jina Azad dest pê kir û li Qada Aştiyê rawestî û veguherî mitîngê. Di mitîngê de endama Koordînasyona Kongra Star a kantona Kobanê Sultane Efrîn axivî û got: “Divê dewletên cîhanê li hember bûyer û sûcên domdar ên li Efrînê pêk tên, xwedî helwestên cidî bin.”

Sultane Efrîn berxwedana şêniyên Efrînê ya li hember dewleta Tirk a dagirker silav kir û ev diyar kir: “Berxwedana li Kobanê dê bibe rêya rizgarkirina Efrînê û herêmên dagirkirî.”

Di mitîngê de hevserokê Meclisa Navçeya Sirînê Mihemed Selman axivî û piştrast kir ku gelê herêmê piştgiriya gelê Efrînê û herêmên dagirkirî dikin.”

Selman têkildarî hewldanên dewleta Tirk a dagirker ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bike got: “Bi saya ciwanên xwe em hene û li hember dagirkeran li ber xwe didin. Ew bi van hewldanan armanc dikin timayên xwe li ser hesabê gelê herêmê vejînin.”

MINBIC

Meşa li Minbicê bi tevlêbûna bi sedan şêniyan ji çerxerêya Mîzan dest pê kir û li kolana El-Wadî rawestî.

Di meşê de hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê Mihemed Xêr Şêxo axivî û got “Dagirkeran bi armanca tunekirina giyana demokratiyê li herêmê êrişî Efrînê kir.”

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş jî got “Meclisa Leşkerî ya Minbicê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) diyar kir heta ku axa dagirkirî bi temamî were rizgarkiri, wê berxwedan bidome.”

Endama Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbya şaxê Minbicê Hala El-Hesen got “Piştî ku dewleta Tirk Efrîn dagir kir, bajar ji herêmeke ewle veguherî herêmeke nearam û tevlihev. Di 4 salan de dewleta Tirk sûcên hovane pêk anîn, demografiya wê guhert û siyaset Tirkkirinê li ser wê meşand.”

TIL BERAQ

Şêniyên navçeya Til Brakê bi boneya 4’emîn salvegera destpêkirina êrişên li ser Efrînê meşek li dar xist. Meş ji rojavayê navçeya Til Beraqê dest pê kir û li çerxerêya Şehîdan rawestî.      

Hevseroka Meclisa navçeya Til Brakê, Emîne Xilêf hovîtiya dewleta Tirk a dagirker şermezar kir û got: "Pêvajoyên guhertina demografiyê, koçberkirina gelê Efrînê, Tirkkirina herêmê û talankirina milk û şûnwaran, berdewamiya hovîtiya DAIŞ'ê ye.”

Emîne Xilêf piştrast kir ku pêwîst e gelê Sûriyê li dijî her destdirêjiyekê, bi hemû pêkhateyên Sûriyê hevgirtina xwe ava bike. 

TEBQA

 Bi sedan şêniyên bajarê Tebqayê xwepêşandanek li dar xist. Xwepêşandan ji çerxerêya El-Hadirî dest pê kir û li Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbya rawestî.

Piştre Meclisa Sivîl a Tebqayê daxuyaniyek da. Hevserokatiya meclisê Sêvîn Hemo daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk ên li ser Efrînê hatin şermezarkirin.