Li Hesekê qedexeya giştî hate ragihandin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn piştî bûyerên li Hesekê qedexeya giştî ragihand û banga piştgiriyê li gel kir.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî bûyerên li Hesekê daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

“Di encama bûyerên dawîn ên li Hesekê de, hewldana çeteyên DAIŞ`ê ku ji girtîgeha Xiwêran birevin û xwe di nava taxan de veşêrin, hêzên me dê bixebitin heta ku terorîstan tune bikin. Li ser vî esasê em bang li gelê xwe dikin ku li gorî perspektîfên li jêr tev bigerin û bi me re bibin alîkar:

1- Tevgera çûn û hatinê li bajêr heta demeke nediyar hate rawestandin.

2- Dema tevgereke bi guman li bajêr hebe agahiyê bidin van hejmaran: 0997 512 256 - 0935 142 722.

Heta tunekirina terorê û peydakirina ewlehiya li herêmê, em ê kar û xebatên xwe berdewam bikin. Em hêvî dikin ku gelê me piştgiriya hêzên me bike da ku terorê bi temamî tune bikin.”