DAÎŞ’ê ji ber ku xwestin teslîm bibin herî kêm 7 kesên di girtîgehê de kuşt

Navenda Çapemeniyê ya QSD’ê diyar kir ku li girtîgeha Hesekê herî kêm 7 girtiyên ku xwestin teslîm bibin ji aliyê girtiyên DAÎŞ’î hatine kuştin.

Navenda Çapemeniyê ya QSD’ê diyar kir ku li girtîgeha Xiwêranê komek çeteyên DAÎŞ’ê herî kêm 7 çeteyên ku dixwestin teslîmî QSD’ê bibin, kuştine.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin li Taxa Zihûrê ya ku li rojavayê girtîgeha çeteyên DAÎŞ’ê ne, destûr hatiye dayîn ku herî kêm 289 malbat biçin qadên ewle yên di bin kontrola QSD’ê de.

Beriya vê daxuyaniyê Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku di êrişa çeteyên DAÎŞ’ê de sê kesên sivîl û endamên ewlekariyê şehîd bûne.