Di êrişên Hesekê de xebatkarekî tefandina agir şehîd bû

Dema ku DAÎŞ’ê êrişî girtîgeha Hesekê kir xebatkarekî tefandina agir şehîd bû û yek jî birîndar bû.

Di 20’ê Çileyê de dema wesayîta tefandina agir çû şewata li dora Girtîgeha Xiwêranê bitefîne, çeteyên DAÎŞ’ê li wesayîtê dan.

Li gorî çavkaniyên Meclîsa Kantona Hesekê xebatkarê tefandina agir Mehmûd El-Ebîd şehîd bûye û Eymen El-Mislêh jî birîndar bûye.

Dema ku çeteyên DAÎŞ’ê êrişî girtîgeha Hesekê kir, li gelek deran teqîn pêk hat. Çeteyan êrişî girtîgehê kiribûn, xwestibûn DAÎŞ’iyên girtî birevînin. Operasyona li dijî hucreyên veşartî yên DAÎŞ’ê didome.