Meydan qadên demokrasiyê ne
Gelo ma dem nehatiye ku qad bêne dagirtin û daxwazên aştî û demokrasiyê bên ser ziman? Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi xurtî li qada siyasetê ye. Dem hatiye ku ev yek bigihêje tevahiya Sûriyeyê.
Gelo ma dem nehatiye ku qad bêne dagirtin û daxwazên aştî û demokrasiyê bên ser ziman? Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi xurtî li qada siyasetê ye. Dem hatiye ku ev yek bigihêje tevahiya Sûriyeyê.
Hikûmeta Sûriyê ji bo ku pirsgirêkan çareser bike gavên bibandor navêje. Ya rastî êdî taqeta wê ya tevgerandinê jî nemaye. Encax bi piştgiriya Îran û Rûsyayê ve dikare li ser piyan bimîne. DYA û hêzên din jî pirsgirêkên gelên Sûriyê wek pirsgirêkên xwe yên sereke nabînin. Şerê deshilatdariyê yê ku di navbera van hêzan de jî ji aliyê neyînî ve gel bandor dike. Tirkiye jî ji bo Kurdan ji holê rabike zêdetir tevlîheviyan çê dike, nakokîyan ava dike û plansaziyên dagirkeriyê yên nû disepîne. Nakokî, dijbertî û pevçûnên ku di navbera dewletan de vekirî an jî girtî didomin.
Di gelê Sûriyê de ji bo pêşerojê mirov dikare bêje ku bendewarî û hêvî nemaye. Hikûmeta Şamê hemû derfetên dewletê di destê xwe de digire. Çapemenî jî tevahî di bin serweriya wê de ye. Rastî ji gel re nayên vegotin. Hikûmet, rojev û rastiya xwe wek rojev û rastiya gel nîşan dide. Li Sûriyê eşkerebûnek û pergala demokratîk nîne. Gelek tişt hevdîtinên di pişt perdeyan ne û bi dîplomasiyê ve dimeşe. Gel bi tevahî derveyî polîtîkayê û lêgerînên çareseriyê tê hiştin.
Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nava vê tarîtiyê de wek meşaleyekî û wek qadeke ronahiyê dibriqe. Lê ji bo ku vê derê jî ji holê rabikin di gelek milan de êrîşên dijber didomin. Hikûmeta Şamê ji bo radestgirtin û ji holêrakirina rêveberiya Xweser şerekî sergirtî dimeşîne. Li ser Kurdên Şehba û Helebê ambargo pêkanînê de bigrin heta bêbandorkirina pergala perwerdê, di hemû qadan de di nava karekî dijber de ye. Hewil dide di navbera Erebên ku Heremên Xweser de jiyan dikin de netewperestî pêşbixe û bi vî awayî Ereb û Kurdan bîne li hemberî hev. Dîsa bi destê îstîxbaratê ve hin eşîran biçek dike dixwaze di bin wan hincetan pevçûnan ava bike.
Ji xwe Tirkiyê wek ewrên tarî li ser Sûriyê de hilweşiya ye. Çiqas xirabî hebin hemûyan derdixe holê. Bi çeteyên destê xwe de jiyan ji gel herimandîye. Wan çeteyan him ji bo ji holê rakirina Rêveberiya Xweser bikar tîne û him jî bi destê wan ve dixwaze Şamê radest bigire. Gel kirine di nava cendereyeke mêtîngerî û perçiqandinê. Gel nerêxistinkirî ye û ji ber vê nikare dengê xwe bide guhdarkirin ê. Di derheqê Sûriyê de her kes diaxive, gelek hewildan û civîn çêdibin. Lê belê ên ku na axivin û derve tên hîştin jî gel e. Polîtîka eşkere û ji bo gel nayê kirinê. Ger ku gel îrade û xwestekên xwe dernexe holê diyare ku dê çareseriyeke rast jî dernekeve holê. Zanebûna demokrasiyê nîne û ji bo rêxistinbûna gel derfet nayê dayîn. Di rewşeke wiha de dê berjewendî û vîna hinekên din were sepandin.
Hikûmeta Şamê guhên xwe hewildana pêngavên çareserî û aşitîya Rêveberiya Xweser re girtî ye. Gûftugoh û hevdîtin hene lê belê ji bo çareseriyê rê nayê dîtin. Rêveberiya Xweser çiye, çi dixwaze ev ji aliyê gelê Sûriyê ve nayê zanîn. Desthiladarî rastiyan ji gel vedişêre. Dijpropagandaya wan wek alîgirên DYA û hêzên sîxûr dike. Berê bertekên gel dide Rêveberiya Xweser. Ev jî ji xwe re pêşdarazî û hevdû qutbuyinê tîne. Berjewendiyên gel yekbuyîn, rêxistinbuyîn û buyîna hêz de derbas dibe. Hêzên deshilatdar jî ji bo gel bê hêz bike û derveyê hevrêziyê bihêle dixwazê yekîtiya wan belav bike û rêxistinbûna wan xira bike.
Berjewendiyê hêzên deshilatdar û berjewendiyên gel wek hev nîne. Lê deshilatdar rastîyan berovajî dikin û dixwazin gel bixin di bin xizmeta xwe. Hişmendiya Hikûmeta Şamê ya yek partîyî û netew dewletê pêşiya demokratîkbuyinê wek pola disekine. Guhertinê ji bo xwe wek xeterîyekî dibîne. Herem bikele û cîhan biguhure jî ew guhertinê nafikirin. Hê jî dixwazin bila her tişt wek pêşiya 2011’an bidome.
Dê ev hişmendî çawa biguhure, zanebûn û rêxistina gel çawa pêk were? Dê qedera gel heta kengê ji hêzên deshilatdar re were hîştin. Wana pirsên girîng in. Hêzên ku di Sûriyê de dibêjin em alîgirên demokrasîyê ne divê demildest bikevin tevgerê. Gel ronî kirin hêza wan kirina tevgerê erkeke sereke ye. Ma dê gelê Sûriyê wisa dest û pê girêdayî, lîstokên sîyasî ên hêzên derve û Hikûmetê temaşe bike?
Xwestekên gelê Sûriyê ya aşitî û demokrasiyê heye. Sûriyêye çiqas demokratîk bibe dê ewqas pirsgirêkan çareser bike û yekîtiya xwe ya navxuyî pêk bîne. Bi qedexe û înkarkirina pirsgirêkan ve serkeftin çênab e. Ruxmê her tiştî li cîhanê, hê jî tevgerên gel hene û gel kolanan naberde û mafên xwe yên aborî, sîyasî û cîvakî dixwazin. Sûriyê jî beşekê vê cîhanê ye, û welatekî herî zêde pêwîstîya xwe bi demokrasî û aşitîyê heye. Ji ber vê gel û ronakbîrên Sûriyê divê wê axa mirî li ser xwe bavêjin û xwedî li welatê xwe û pêşeroja xwe derkevin. Ma dema tijîkirina qadan û qêrîna xwestekên xwe ên aşitî û demokrasiyê nehatiye? Derveyê vê Bakur û Rojhilatê Sûriyêde gel bi awayekî bibandor di qada polîtîkayê de ye û meydan têra xwe bi tevger in. Dema yek kirina vê ya tevahî Sûriyê hatiye.
Çavkanî: Rojnameya Ronahî