Remedan Elrehal: Hêzên Sûriyeya Demokratîk parêzvanên vê xakê ne

Şêxê eşîreya El`elî Remedan Elrehal anî ziman hemî tuhmedbariyên terorîzimê ên ku dewleta Tirk Partiya Karkerên Kurdistanê û Hêzên Sûriyeya Demokrat tewanbar dike dûrî rastiyê ne.

Şêxê eşîreya El`elî Remedan Elrehal anî ziman hemî tuhmedbariyên terorîzimê ên ku dewleta Tirk Partiya Karkerên Kurdistanê û Hêzên Sûriyeya Demokrat tewanbar dike dûrî rastiyê ne û ti bingeh ji van tuhmetan re tune ye, lêbelê êrîş û mêtingeriya dewleta Tirk a qirêj ya ku di derheqê xelkên herêmê de pêk tîne ew çavkaniya terorîzmê bi xwe ye. 

Her wiha dewleta Tirk a dagirker her tim gerîlayên PKK'ê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk bi "terorîzmê" tohmetbar dike, bi armanca rewakirina êrîşên xwe yên dagirkeriyê yên li ser herêmê, çi bi berfirehkirina dagirkeriya xwe, çi jî hedefgirtina sivîlan bi balafirên keşfê, heta hilweşandina berhemên arkeolojîk û demografik be. Bi bêdengiyeke navdewletî guhertineke demografî li herêmên dagirkirî pêk tîne.

Di vê derbarê de Ajansa Nûçeyan a Firatê hevpeyvîneke taybet bi rûspiyê eşîreya El`elî Remedan Elrehal re pêk anî. Şêx El`elî ji ajansê re anî ziman ku ew bi hêzên QSD`ê re li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker demildest in û got: ''Dewleta Tirk a dagirker tuhmetan dixe stûyê Rêveberiya Xweser û hêzên QSD`ê û wan bi terorîzm bi nav dikin, lê ev yek dûrî rastiyê ye ji ber ku dewleta Tirk û çeteyên wê terorîzim bi xwe ne, ew ên ku êrîşî dibistanan dike û zarok û sivîlên bêsûc dikûjin.''
Remedan Elrehal bêdengiya Komkara Ereban û rêxistinên mirovî beramberî êrîşên dewleta Tirk a mêtinger û çeteyên wê li ser gelê herêmên Bakûr-Rojhilatî Sûriyeyê şermezar kir, ku her tim herêmê dorpêç dike, kuştin û işkenceye di derheqê sivîlên herêmê de bikar tîne û guherîneke demografî jî di herêmê de pêk tîne. Êdî Remedan Elrehal ji tuhmetên dewleta Tirk şaş ma û got çawa ji parêzvanên gel re terorîzmê tê gotin.

Elrehal gotina xwe berdewam kir û bang li cîhanê kir û got fîşekek ji tivinga hêzên QSD`ê ber bi Tirkiyê ve derneketiye, dewleta Tirk dagirker û qirêjker e û hêzên QSD`ê parêzvanên xak xwe û rûmeta xwe ne.

Her wiha Elrehal bang li hemî hêzên azadwer, hêzên Navdewletî, Rûsiyayê û Navnetewên Yekbûyî kir û got "Heya kengî ev bêdengî, hûn çawa dikarin heya vê astê bêdeng bimînin, ma qey hûn li hêvî ne ku dewleta Tirk erdîngariya Sûriyê bi temamî dagir bike? Hûn parêzvanên sînoran ka gelo hûn li ku dere ne! Divê hûn dawî li êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk bînin".
Elrehal da eşkere kir ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker kêliyekê bi tenê ranewestiyan, ku bi termê şehîdên jin weke şehîd Hevrîn Xelef û Melek Xelîl 16 salî temsîl kir. Ev bi xwe çavkaniya terorîzmê ye.

Elrehal bal kişand ser dagirkeriya dewleta Tirk ku zextê li ser Rêveberiya Xweser bi hemî awayan ve pêk tîne ji qutkirina avê û êrîşên dûbare li ser herêmên Bakûr-Rojhilatî Sûriyeyê bi armanca ku xelkên herêmê ji malên xwe ber bi herêmên dagirkirî û dewletên Ewropa ve koç bikin ji bo ku gelên herêmê ji xwe re bike lîstok û ji hêla diravî sûdê ji wan bigre.

Her wiha Elrehal bang li xelkên Kobanê kir û got: "Ez dixwazim ji xelkên me ên Kobanî re bibêjim ku hûn berxwedêr û têkoşerên bêhempa ne ku di şerê DAIŞ`ê de we ev yek diyar kir. Ji ber vê yekê ji malên xwe dûr nekevin û ji kiriyarên Tirkiyê ên qirêj bê tirs bin, her wiha di wê baweriyê de bin ku em mil bi mil û can bi can li pişt we ne û emê her û her bimînin yekdest û dimildest tevbigerin".
Elrehal dawî li gotina xwe anî û got: "Bi navê xwe û bi navê rêûspiyên bajarê Reqayê em wê yeke diyar dikin ku hêzên QSD`ê birayê me ne û canê me ne, herwiha em gelên herêmên Bakûr-Rojhilatî Sûriyeyê bi hemî pêkhateyên xwe bi dil û can bi hêzên QSD`ê re ne. Emê bi hev re ta mirinê bi azadî û wekhevî bijîn".