Milîsên Sînan Dersim ên HBDH'ê li Îzmîrê agir berdan febrîqeyekê
Milîsên Sînan Dersim ên HBDH'ê ragihandin ku ji bo silavkirina salvegera 46'emîn a damezrandina PKK'ê li Îzmîrê agir berdane febrîqeyekê.
Milîsên Sînan Dersim ên HBDH'ê ragihandin ku ji bo silavkirina salvegera 46'emîn a damezrandina PKK'ê li Îzmîrê agir berdane febrîqeyekê.
Milîsên Sînan Dersim ên Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan bi daxuyaniyekê ragihandin ku li Îzmîrê agir berdane febrîqeya kesekî faşîst. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku febrîqe bi teknîkeke taybet hatiye şewitandin û çalakî ji bo silavkirina salvegera damezrandina PKK'ê hatiye kirin.
Li gorî daxuyaniyê li navçeya Selçûk a Îzmîrê li taxa Îsabeylî febrîqeya hilberîna qaseya plastîk hate şewitandin.