‘Deriyê Sêmalka bi biryareke siyasî hat girtin’

Hevseroka Meclisa PYD'ê diyar kir ku girtina Sêmalka ne girêdayî çalakiya protestoyî ya ciwanan e, biryareke siyasî ye û got, “PDK bi vî rengî nikare sûcên xwe veşêre.”

Li deriyê sînor ê Sêmalkayê, çalakiya bi banga wergirtina cenazeyên gerîlayên şehîdên kemîna li Xelîfanê di roja xwe ya 109'an de berdewam dike.

Di saetên serê sibehê de şandeyek şêniyên navçeya Til Koçerê herikîn bin konê çalakiyê û piştgiriya xwe bi çalakgeran re nîşan dan. Şande bi diruşmeyên şermezarkirina xiyaneta PDK'ê û dilsoziya bi şehîdan re ji aliyê aliyê şêniyên navçeya Çilaxa ve hate pêşwazîkirin.

Hevseroka Meclisa PYD'ê ya navçeya Til Koçerê Semîra Mutred axivî, kiryarên PDK'ê yên li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hêzên gerîla şermezar kir û bi karekî dermirovî û derexlaqî bi nav kir.

Semîra Mutred got: "Hikumeta Başûr baş dizane ku hêzên gerîla destkeftî û hebûna kurdan li Başûr parast, ji ber vê yekê divê PDK'ê helwesta xwe ji malbatên şehîdan re diyar bike û sedema radestnekirina cenazeyên şehîdên Xelîfanê ji malbatên wan re, eşkere bike."

Semîra Mutred anî ziman ku ew ê çalakiyên xwe dewam bikin heta ku daxwazên malbatên şehîdan bi cih werin.

Her wiha bal kişand ser ambargoya aborî ya ku PDK'ê li djiî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dimeşîne û wiha domand: "Girtina deriyên sînor ji aliyê PDK'ê ve biryareke siyasî ye, tu têkiliya wê bi çalakiya konvendê re nine. Nabe ku li beramberî vekirina deriyan şertê bidawîkirina çalakiyê were danîn. Ev şert ji bo veşartina sûcan e."

Tê payîn ku dê sibe endamên Desteya Aborî ya herêma Cizîrê çalakiyê dewr bigirin.