Kongreya Star: Divê dewleta Tirk ji Efrînê bê derxistin
Koordînasyona Rojava ya Kongrya Star diyar kir ku dewleta Tirk li Efrînê bi rêk û pêk sûcê li dijî mirovahiyê dike û destnîşan kir ku dagirker divê ji Efrînê bên derxistin.
Koordînasyona Rojava ya Kongrya Star diyar kir ku dewleta Tirk li Efrînê bi rêk û pêk sûcê li dijî mirovahiyê dike û destnîşan kir ku dagirker divê ji Efrînê bên derxistin.
Koordînasyona Rojava ya Kongrya Star têkildarî êrişên dagirker ên dewleta Tirk ên li ser Efrînê û salvegera berxwedana 58'an daxuyaniyek da.
Daxuyanî wiha ye:
"Ev 4 sal li ser êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Efrînê re derbas bûn. Dewleta Tirk bi awayekî hovne û bi 72 balafirên şer gelê sivîl bombebaran kir. Li pêşya çavê cîhanê tevahî hemû pîvanên navneteweyî û mirovî binpê kirin.
Lê li beramber wê hovîtiyê û bêdengiya civaka navneteweyî gelê Efrînê biryara berxwedanê û berdewamkirina xeta berxwedana dîrokî ya Evesta Xabûr û Barîn Kobanê da û heta 58 rojên li ber xwe da. Girêdana xwe bi xaka Efrînê re nîşan da.
Niha li kampên koçberiyê li nêzî Efrînê di bin hemû şert û mercên xerab de li ber xwe didin ku li malê xwe vegerin. 4 sal in ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hemû sûc û kiryarên kirêt li dijî xak û xwezayê, nirxên mirovahiyê, şaristaniyê û çanda pêk tînin. Mal û milkên gelê Efrînê talan û wêran kirin. Demografiya herêmê guhert, tundî, kuştin, revandin û û hemû sûcên derexlaqî li dijî jinan kirin.
Bi navê Kongra Star em van sûcên hovane û bêdengiya civata navneteweyî û siyaseta qirkirinê ku li ser gelê Efrîne, bi taybet li ser jin û zarokan dimeşînin bi tundî şermezar dikin. Em bang li sazî û rêxistinên demokratîk, rêxistinên jinan û azadîxwazan dikin ku asta tekoşînê bilind bikin, tundî û dagirkeriya li ser Efrînê bi dawî bikin.
Em bang li civaka navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî (NY), saziyên mafên mirovan û hemû saziyên navdewletî dikin bi erk û berpirsartiyê xwe rabin ,ji bêdengiya xwe derkevin û dewlet Tirk a dagirker ji Efrînê derxin."