'Ji bo ku DAÎŞ were qedandin divê kanên ku wan têr dikin werin ziwakirin'

Ferhat Şamî Ji bo ku pirsgirêka DAÎŞ’ê ji holê were rakirin, divê di serî de Tirkiye hêz û dewletên ku destekê didin van çeteyan werin darizandin.

Berpirsê Çapmeniyê yê QSD’ê Ferhat Şamî derheqê êrîşa DAÎŞ’ê ya li girtîgeha Hesekê, talokeya DAÎŞ’ê ya li ser herêmê û sersariya hêzên navnetewî ya li bara van hêzan axivî.

Şamî derheqê êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê ya li ser girtîgeha Hesekê got, ‘’Êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê ya li ser girtîgeha girtîgeha Hesekê ne êrîşeke wiha jirêzê ye. Ev rewşeke cidî û taloke ye. Ji ber ku ne rewşeke wiha lokal û herêmî ye. Rûdaneke stratejik e. Dixwazin DAÎŞ’ê dîsa zindî bikin. Divê mirov vê êrîşê weke hewldana wan hêzan bibîne ku dixwazin DAÎŞ’ê dîsa zindî bikin. Ji ber vê em pir cidî û bihîstyar nêzîk dibin. ‘’

Şamî bi berdewamî diyar kir ne dûrî aqilan e ku DAÎŞ bixwaze ji vê rewşê sûd werbigire û dîsa li pêvajoya sala 2014’an vegere û got, ‘’Xasma jî li deverên dûrî hêzên ewlehiyê, li herêmên çol û sînoran ev îhtîmal. Ev dibe ku sînorên Sûriyê, çol bin, dibe ku herêmê çolî yên Iraqê bin.

Helbet ji rewşeke wiha berpirs ên hêzen navnetewî bin. Gelek dewletên navnetewî dosyaya DAÎŞ’ê weke dosyayeke ewlehiyê be dibinin. Helbet hêla vê ya ewlehiyê heye lê hêla wê ya qanûnî jî heye. Heta ku ji hêla qanûnî ve meseleya DAÎŞ’ê çareser nebe, hêla wê ya ewlehî jî helbet her demê wê weke talokeyeke mezin derkeve holê. Ji ber vê ji bo ku em pirsgirêka DAÎŞ’ê ji holê rakin, di serî de çeteyan û dewleta Tirk ku destekê dide çeteyan, wan hêz û dewletan ku destekê didin çeteyan darizînin. Ji ber vê divê di serî de ev xweş were fêhmkirin, dli pişt van hêzeke îstîxbartî, leşkerî û dewletî heye. Di serî de divê ev were fêhmkirin û çareserkirin.

Şamî bi berdewamî diayar kir hêzên koalîsyonê ji hêla leşkerî ve destekê didin wan lê ev têrê nake û got, ‘’Pêşî divê kana DAÎŞ’ê were ziwakirin. DAÎŞ hêza xwe, desteka xwe ji kûderê distîne, kî destekê di wan, divê tespîta vê were kirin û ew werin cezakirin. Her wiha divê ew hêvî bi wan çeteyan re çênebe ku ew ê bêne berdan, ji ber ku van sûc kiriye. Divê dadgeheke navnetewî wan darizîne. Û ev darizandina divê li herêma me be. Ji ber ku DAÎŞ’ê komkujî kir, serê mirovan jêkir, kesên ku DAÎŞ’ê ziyan dane wan li ser van xakan dijîn. Ji ber vê divê liv an deran bêne darizandin Mirovên ku DAÎŞ’ê ziyan dane wan divê bigihijin heqê xwe, wê demê em dikarin bibêjin, ji bo xilaskirina DAÎŞ’ê me gav avêtiye.’’

Şamî bang li hêzên navnetewî kir û got, ‘’Bila pirsgirêk DAÎŞ’ê bi berfirehî binirxînin, divê vê pirsgirêkê tenê weke pirsgirêka Bakur-Rojhilatê Sûriyê, Sûriyê û Iraqê nebinin. Ev pirsgirêka tevahiya cîhanê ye. DAİŞ ne tenê ji bo herêmê, ji bo hemû cihanê talokeyeke mezin e.’’

Têkilî desteka Tirkiyê ya li DAÎŞ’ê jî Şamî got, ‘’Dewleta Tirk ne ku tenê destekê dide, her wiha DAÎŞ’ê rê ve jî dibe. Ev ne tenê propaganday ye, gelek belge hene. DAÎŞ çend salan li ber sînorê dewleta Tirk ma. Dewleta Tirk deriyê xwe ji wan re vekribû. Ji deriyê Girê Spî di navbeyna dewleta Tirk û DAÎŞ’ê de petrol dibirin. DAÎŞ’ê bi rengekî fermî bi dewleta Tirk re bazirganî dikir. Serekên DAÎŞ’ê li Tirkiyê bûn. Hê jî, bala xwe bidinê, çete û mîrekên çeteyan ên ku ji Bahozê derketin, li Girê Spî û Serêkanyê k udi bin dagirkeriya Tirk de ye, dijîn. Ji ber vê em dibêjin, dewlta Tirk ne ku tenê destekê dide DAÎŞ’ê, her wiha rê ve jî dibe. ‘’

Şamî herî dawî diyar kir DAÎŞ ne tenê li Bakur-Rojhilatê Sûriyê derdikeve holê, li herêmên din xurtir e, li 60 ji 100’î yên çolên Sûriyê tevgera DAÎŞ’iyan heye, xasma jî li çolên Dêrazor, Reqa, Hema, Şam, Ximis, Siwêda û li çolên Iraqê bi pêş ve diçe, li çolên Sûriyê sed û şêst qadên çolê yên bi rengê çargoşî di kontrola DAÎŞ’ê ye û Rûsya û Şam nikare vir kontrol bike. Şamî got, ‘’DAÎŞ li vir çalakiyan dike, rêxistiniyê dike û bi şev ev der bi temamî di kontrola DAÎŞ’ê de ne.’’