1500 şehîd, 72 balafir, berxwedana 58 rojî...

Efrîniyan bi Berxwedana Serdemê, li dijî artêşa herî faşîst a NATO'yê û xwedî teknîka herî pêşketî, 58 rojan li ber xwe dan. Di vê berxwedanê de bi sivîl û şervanên xwe 1500 şehîd dan.

Êrişa dewleta Tirk a ji bo dagirkirina Efrînê ku bi destûra DYE û Rûsyayê hate kirin, yek ji êrişên herî hov ên dîrokê bû. Erdogan digot 'Em ê hefteyekê bikevin nav û belav bikin', lê berevajî vê îdîaya Erdogan, artêşa Tirk û partnerên wê çeteyên SMO di hefteya destpêkê de ji hev ketin. YPG, YPJ, Asayîş, Hêzên Şoreşger, Erka Xweparastinê, Hêzên Parastina Civakî (HPC), şervanên enternasyonalîst û gel mil bi mil li ber xwe dan.

LÎSTIKA DURÛ YA RÛSAN

Hîmên êrişa dagirkeriyê di pêvajoya pêngavî ya QSD'ê de ku li Şehbayê li dijî çeteyên dewleta Tirk û gundên ji aliyê DAÎŞ'ê ve hatin dagirkirin û pêngava li dijî DAÎŞ'ê ya li Minbicê hate danîn. Di pêvajoya Pêngavên Minbic û Şehbayê de dewleta Tirk ji bo piştgiriyê bide hêzên xwe yên wekîl, li herdu qadan êrişî hêzên QSD'ê û Efrînê kir.

Dewleta Tirk hewl da pêşî li van pêngavan bigire û bi vê armancê hem gef li DYE û Rûsyayê xwar, hem jî têkilî danî. 24'ê Tebaxa 2016'an bi destûra DYE'yê bi Rûsyayê re li hev kir û ji Cerablûsê dest bi hewldana dagirkirina Şehbayê kir. DAÎŞ'ê li gelek herêman bêyî ku li hemberî Tirkieyyê şer bike xwe vekişand. Tirkiyeyê li Babê li ber QSD'ê rabû ku li dijî DAÎŞ'ê pêngav dabû destpêkirin. 20'ê Cotmeha 2017'an dewleta Tirk li Babê bi balafiran bombe li şervanên QSD'ê barand ku li dijî DAÎŞ'ê di pêngavê de bûn. Di vê êrişê de 22 şervanên QSD'ê şehîd bûn. Rûsya ku beriya wê di pêngava Şehbayê de piştgiriya hewayî da QSD'ê, bi Tirkiyeyê re di berdêla Helebê de ji bo Babê li hev kir û bi vî rengî sala 2016'an qada hewayî ya Sûriyeyê li Tirkiyeyê vekir.

Sala 2017'an QSD'ê li rojhilatê Firatê tevî hêzên Koalîsyonê li dijî DAÎŞ'ê pêngav meşand, li Efrînê jî li dijî gefên Tirk YPG û Rûsyayê li hev kir. Adara 2017'an Rûsya li ser bingeha vê li hevkirinê li dijî gefên Tirkiyeyê weke garantor li gundê Kefercanê yê navçeya Şera ya Efrînê bi cih bûn. Piştî ku Rûsyayê ragihand ku li Efrînê bi cih bûye, dewleta Tirk êrişên xwe yên li ser Efrîn û Şehbayê zêde kir. Tebaxa 2017'an hêzên Rûs weke garantor li Şehbayê jî bi cih bûn. Rûsan ji aliyekî ve bi QSD'ê re li hev dikir, li aliyê din jî li ser bingeha Peymana Astanayê bi Tirkiyeyê re hin bazarî kir.

ÊRIŞÊN DAGIRKERIYÊ YÊN BI HEVKARIYA RÛSYA Û DYE'YÊ DEST PÊ KIRIN

Êrişa ji bo dagirkirina Efrînê, mîna êrişa ji bo dagirkirina Şehbayê bi bazariya Tirkiyeyê ya bi DYE û Rûsyayê, bi destûra ji wan wergirtî kete meriyetê. Tayyîp Erdogan bi van gotinan ev rastî dianî ziman, "Bi lihevkirina bi Rûsyayê re em ê bikevin Efrînê, bi lihevkirina bi DYE'yê re jî em ê bikevin Minbicê."

Beriya dagirkeriyê Wezîrê Karên Derve yê DYE'yê yê wê demê Rex Tillerson got, "Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em ê 30 hezar hêzên parastina sînor perwerde bikin." Ev gotin ji bo destpêkirina dagirkeriyê bû gava destpêkê. Piştî vê daxuyaniya DYE'yê ji Tirkiyeyê nerazîbûn hat û Tillerson jî got, "Di mijara têkoşîna dijî terorê de, gefa terorê ya li Idlibê û fikarên Tirkiyeyê yên li ser PKK'iyên li cihên din, em ê bi hevkar û hevalbendên xwe yên mîna Tirkiyeyê karê xwe dewam bikin." Rayedarê DYE'yî peyama 'pêşiya we vekiriye' dabû.

Rûsyayê jî ji aliyekî ve bi Tirkiyeyê re bazariya Gûta Efrînê dikir, li aliyê din jî temînat dida ku wê li Efrînê garantoriyê dewam bike. Bi destpêka Çileya 2018'an re topbarana dewleta Tirk a li ser Efrînê zêde bû. Erdogan di 13'ê Çileya 2017'an de li Kongreya AKP'ê ya Xarpêtê axivî û agahiya li ser êrişa ji bo dagirkirina Efrînê da. Erdogan got, "Hûn ê bibînin ku heta hefteyekê em ê çawa wan ji hev belav bikin."

Rayedarên Rûs piştî vê daxuyaniya Erdogan jî ji YPG'ê re digotin ku wê wezîfeya garantoriyê bi cih bîne. 19'ê Çileya 2018'an çapemeniya Tirk weke mikurhatina li peymanê wiha digot, 'Hêzên Rûs xwe ji Efrînê vekişand'. Lê Rûsyayê ev vekişîn derewand.

LI DIJÎ EFRÎN A JI 3850 METREÇARGOŞEYÎ ÊRIŞA BI 72 BALAFIRAN

Piştî daxuyaniya Erdogan bi rojan topbaran li ser Efrînê hate kirin. 20'ê Çileya 2018'an Rûsya tevî soza garantoriyê ya dabû Efrîniyan, hêzên xwe yên li Kefercanê vekişand û rê da destpêkirina dagirkeriya dewleta Tirk.

Rojnamevan Egîd Roj ku beriya dagirkeriyê li Efrînê êrişên dewleta Tir li cihê cih dişopand, wiha got, "Rûsya roja ku balafiran lê dan, vekişiyan. Beriya ku vekişe agahî nedabû YPG'ê. Peyman û lihevkirina bi Tirkiyeyê re heta roja dawî veşartî hiştin û bi vekişîna ji nişka ve pêşî li êrişa dagirkeriyê vekir."

20'ê Çileya 2018'an saet di 16:10'an bi 72 balafirên şer dewleta Tirk li Efrîna ji 3 hezar û 850 metreçargoşeyî bombe barand. Dewleta Tirk bi êrişa destpêkê ya bi balafiran re li navenda Efrînê, navçeyên Reco, Şera, Şêrawa û Mabestayê bombe li 180 sivîl û avahiyên leşkerî barandin. Dewleta Tirk tevî çeteyên xwe li gel bombardûmana balafiran top avêtin Şehbayê.

TEVÎ ENKS Û BERMAHIYÊN DAÎŞ'Ê JI 7 BASKAN VE DEST BI ÊRIŞA BEJAHÎ KIR

Dewleta Tirk ku 20'ê Çileyê bi 72 balafiran û bi sedan topan dest bi êrişa ji bo dagirkirinê kir, 21'ê Çileya 2018'an ji Ezazê ya li rojhilatê bajêr, ji Kîlîsê ya li bakurê bajêr, ji Hatayê ya li rojavayê bajuêr û ji Kampa Penaberan a Atmê ya ji başûr rojavayê bajêr bi hevdemî ji 7 nuqteyan ji bejahî ve dest bi êrişa li ser Efrînê kir.

Dewleta Tirk di roja destpêkê ya êrişa bejahî de herî zêde êrişî gundê Hamamê yê navçeya Cindirêsê, Girê Kêvirê Ker ê Racoyê û Girê Kastel Cindo yê li ser sînorê Efrîn-Ezaz-Kîlîsê kir. Piştî bombardûmana giran a bi balafirên şer û tankan ji 3 baskan li 7 nuqteyan tevî balafirên keşfê hêzên xwe berda ser Efrînê, dan êrişkirin.

Dewleta Tirk çeteyên Artêşa Milî ya Sûriyeyê (SMO) ku Kanûna 2017'an ji çeteyên OSO, DAÎŞ û El Nûsrayê ava kir, da pêşiya leşkerên xwe û êrişî Efrînê kir.

Ji komên çete yên Tûgayên Semerkant, Liwa El Şemal, Liwa El Munteser Billah, Ceyş El Ehfad, Ehrar El Şerqiye, Tûgayên Fatih Sultan Mehmet, Tûgaya Sultan Osman, Quwet El Mexewir, Firqet El Sefwe, Firqeya Sultan Murad, Firqet El Hemze, Siwar El Cezira, Fewc El Xamês, Firqa 23, Liwa El Muttesim, Feyleq-2, Firqa El Şemaliye, Fewc El Mistefa, Ceyş El Îslam, Tecemuh Festakim Kema Umêrt, Cebhet El Şamiye, Liwa 51, Suqur El Şam, Harekat Ehrar El Şam, Firqa 9, Ceyş El Nûxbe, Feyleq El Şam, Lîwa El Sultan Süleyman Şah, Liwa Suqur El Şemal, Nuredîn Zenkî, Cebhet Tehrîr Suriye 25 hezar çete tevlî êrişa ji bo dagirkeriyê bûn . Rayedarên ENKS'ê jî di bin navê Tûgayên Semerkandê de bi 6 komên xwe yên çete tevlî êrişên dagirkeriyê bûn.

DAGIRKER HEFTEYA DESTPÊKÊ LI EFRÎNÊ TÊK ÇÛN

YPG, YPJ, Cephet El Ekrad, Seyş El Siwar, Asayîş, HPC, Erkê Xweparastinê li Efrînê ketin çeperan û dest bi berxwedanê kirin. Bi sedan Efrîniyan serî li Hêzên Parastina Civakî (HPC) dan û rahiştin çekê, li dijî dagirkeran dest bi şer kirin.

Berevajî gotina Erdogan ku digot 'Em ê di nava hefteyekê de biqedînin" artêşa herî faşîst a NATO'yê artêşa Tirk û partnerê wan DAÎŞ, El Qaîde, çeteyên SMO di hefteya destpêkê de li hemberî Berxwedêrên Serdemê têk çûn. Piştî bombardûmana giran a bejahî û hewayî, dagirkerên ku ketibûn nava hin gundan, bi çalakiyên fedayî yên berxwedêrên serdemê ji qadê hatin derxistin.

Di 26'ê Çileya 2018'an de Alîkarê Serokê Enstîtuya Civaka Dewletên Yekbûyî û pisporê leşkerî yê Rûs Vladîmîr Yerseyev êrişa dagirkeriyê nirxand û got, "Artêşa Tirk a kêmî hefteyekê şer kir, li wir asê ma. Ev yek ji mînakek herî nebaş a operasyonê ye." Yevseyev diyar kir ku dewleta Tirk tevî ku bi 72 balafirên şer êriş kir û teknîka NATO'yê hemû bi kar anî, têrker nebû û perspektîf da Tirkiyeyê ku di êrişa dagirkeriyê ya li ser Efrînê de hîn bêhtir êrişên hewayî bike û hîn bêhtir leşker û çeteyan bi kar bîne.

'GIREK NEMA KU NEHATE BOMBEKIRIN'

Karker Efrîn ku hingî endamê Fermandariya YPG'ê ya Efrînê bû diyar kir ku şert û mercên hewayê destpêkê ji bo Berxwedêrên Efrînê guncaw nebûn û got, "Çend rojên destpêkê baran dibariya û mij hebû. Dijmin teknîk gelekî bi kar dianî, lê belê hevalan ji vê hewayê sûd wergirtin û çalakî li pey hev kirin. Dijmin perîşan kirin. Piştî ku baran sekinî, giranî dan ser teknîkê. Bêhesab balafir, keşf û bombardûman bi kar dianîn. Bawerim ku di şerê EFrînê de girekî bi tenê nema ku bombardûman lê nehate kirin. Bi rengekî hovane êriş dikirin. Hêzên me jî bi rengekî fedayî li ber radibûn."

'ME NE LI DIJÎ MIROVAN, LÊ LI DIJÎ BALAFIRAN ŞER DIKIR'

Karker Efrîn diyar kir ku heta 45 rojên destpêkê yên êrişa dagirkeriyê avantaj ya berxwedêrên serdemê bû û got, "Dijmin bi rehetî nikarîbû bi pêş ve bihata. Her ku hewl dida bi pêş ve bê berdêlên giran dida. Lê belê ne şerekî germ, ne şerekî sîng bi sîng bû. Êriş bi giranî bi teknîkê dihate kirin. Bêguman şerekî hovane bû. Li gel dixistin, komkujî dikirin. Gel ji ber komkujiyan neçar ma ku li gelek deveran gundên xwe biterikînin.

Dema ku dibihîstin ku hevalek bi tenê jî li gundekî heye, nedihatin. Destpêkê bi balafiran, kobrayan, keşif û tankan lê dixistin, gund xera dikirin. Dema ku fêhm dikirin ku kes nemaye hingî dihatin. Yanî mirovê ku li hember şer bike tune bû. Me li hemberî teknîkê şer dikir. Tevî vê yekê jî nekarîn bi hêsanî bikevin Efrînê. Li gelek deveran hevalan derbên giran li wan xistin. Bi hezaran kuştî dan. Çete û leşkeran gelek kuştî dan."

Li hemberî bêdengî û piştgiriya hêzên navneteweyî ji bo êrişa dagirkeriyê, ji bajarên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mirovên Kurd, Ereb, Suryan, Tirkmen, Çerkes, Êzidî, Ermenî û ji baweriyên cuda berê xwe dan Efrînê. DÇalakiyên mertalê zindî ya ji bo Efrînê ku hefteya destpêkê ya meha Sibatê dest pê kirin, heta nava meha Adarê dewam kirin. Ji Şengalê, ji Başûr û Rojhilatê Kurdistanê jî Kurd tevlî çalakiyên mertalên zindî bûn. Tevî ku dewleta Tirk bombe li konvoyên mertalên zindî barandin jî çalakiyan dewam kirin.

Rojnamevan Egîd Roj got, "Cîhanê Efrîn bi tenê hişt. Lê belê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Kurdên bi rûmet ên ji tevahiya Kurdistanê mirin dan pêş çavên xwe û berê xwe dan Efrînê. Vê yekê moraleke mezin da Efrîniyan. Bi ruhekî welê li ber xwe dan ku Ereb, Çerkes, Suryanî, enternasyonalîst hemûyan bi hev re li ber xwe dan, xwîna wan tevlîhev bû."

BOMBE LI DIBISTANAN, NEXWEŞANEYAN Û ÇAVKANIYÊN AVÊ BARANDIN

Dewleta Tirk piştî mehekê, 45 rojan ji ber ku nekarî bi pêş ve biçe, ji bo gel teslîm bigire û neçarî koçberkirinê bike, komkujiyên sivîlan zêde kir. Êrişên hovane yên dagirkeriyê yên li ser Efrînê ji aliyê televîzyonên Tirk ve bi rengekî zindî hatin weşandin. Tevî vê yekê jî Neteweyên Yekbûyî, Saziyên Mafên Mirovan ên Navneteweyî xwe ker, kor û lal kirin.

Dewleta Tirk bi cesareta ji vê bêdengiyê wergirtî, komkujiyên sivîlan zêde kir. Dagirkeran 58 rojan bi kîn û nefreteke mezin êrişî xelkê Efrînê kirin. Ji aliyekî ve ji bo gel koçber bike bombe li çavkaniyên avê, firin, ambûlans û dibistanan barand. Bendava Meydankê ji aliyê dewleta Tirk ve hate bombekirin.

Di navbera 20'ê Çileya 2018 û 18'ê Adara 2018'an de li Efrîn û navçeyên wê 31 dibistan ji hewayî û bejahî ve hatin bombekirin û di van êrişan de 13 xwendekar hatin qetilkirin. Dewleta Tirk û çeteyên wê cihên dîrokî yên Eyn Dara, Nebî Hûrî, Girê Îska, Dêr Belût û Girê Cindirêsê bombe kir, xera kir.

Her wiha bi dehan navendên tenduristiyê û firin jia liyê balafirên şer ên Tirk ve hatin bombekirin. 16'ê Adarê nexweşxaneya herî mezin a Efrînê Nexweşxaneya Avrînê ji aliyê balafirên şer ên Tirk ve hate bombekirin. Heman rojê taxa Mahmûdiye bi balafirên şer hate bombekirin û 35 sivîl hatin qetilkirin.

Li gorî daneyên Desteya Tenduristiyê ya Kantona Efrînê di meha destpêkê ya êrişên dagirkeriyê de 27 jê zarok, 21 jê jin 176 sivîl hatin qetilkirin, 60 jê zarok, 71 jê jin 484 sivîl birîndar bûn. Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê jî ragihand ku di êrişên dewleta Tirk de 498 sivîl hatin qetilkirin.

RÊVEBERIYA EFRÎNÊ BIRYARA VEGUHASTINÊ DA

Ji ber mezinbûna komkujiyên li dijî sivîlan rêveberiya Efrînê 16'ê Adarê biryar da ku gel ji Efrînê derkeve. Ji ber dagirkeriya dewleta Tirk di navbera 16 û 18'ê Adarê de ji Efrîna ku nifûsa xwe 500 hezar kes bû, nêzî 300 hezar kesên sivîl neçar ma ku koçî Şehbayê bikin.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Efrînê 18'ê Adarê li Şehbayê daxuyaniyek da çapemeniyê û got, "Berxwedana Efrînê derbasî qonaxeke nû bûye û ji bo pêşî li felaketeke mezin a însanî bê girtin biryar hatiye dayin ku sivîlan ji bajêr derxînin." Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku di nava 58 rojî de zarok, jin, extiyar di nav de 500 sivîl şehîd bûne, 1030 sivîl birîndar bûne, 820 şervan jî şehîd ketine.

2422 DAGIRKER HATIN KUŞTIN

YPG'ê Çileya 2019'an bi daxuyaniyekê bîlançoya qonaxa destpêkê ya 58 rojan a Berxwedana Serdemê eşkere kir. Li gorî daxuyaniyê di encama çalakiyan de 2322 dagirker hatin kuştin.

Saziya Malbatên Şehîdan a Rojava jî agahî da ANF'ê û diyar kir ku ji 20'ê Çileya 2018'an û vir ve 987 şehîdên leşkerî yên Berxwedana Serdemê hatine ragihandin û lêkolînên têkildarî şehîdên Berxwedana Serdemê dewam dikin.