Operasyona li dijî şaneyên DAÎŞ'ê yên êriş birin ser girtîgehê: 5 mirî

Piştî êrişa DAÎŞ'ê ya li ser girtîgeha li Hesekê, li dijî şaneyên çeteyan operasyonek hate kirin. Di encamê de 5 çete hatin kuştin.

Piştî êrişa 20'ê Çileyê ya li ser girtîgehê, Hêzên Antî Terorê yên QSD'ê û Hêzêne wlekariya Hundirîn li Girtîgeha Xiwêran û Taxa Zihûrê ya Hesekê dest bi operasyonê kirin.

Hêzên Antî Terorê li nêzî Fakulteya Îktîsatî liv û tevgera çeteyan şopandin û destpêkê 2 çeteyên DAÎŞ'ê yên êrişî Girtîgeha Xiwêranê kirin, hatin kuştin.

Lİ gel vê yekê li dijî şaneyên DAÎŞ'ê operasyon hate kirin û di şer de bi giştî 5 çeteyên DAÎŞ'ê hatin kuştin.

Çeteyên DAÎŞ'ê piştî ku li Hesekê li pey hev teqîn kirin, xwe gihandin deriyê rojava yê Girtîgeha Xiwêranê û hewl dan DAÎŞ'iyên girtî birevînin.

Bi vê armancê li nêzî deriyê bingehîn ê girtîgehên wesayit û motorsîkleteke bombebarkirî teqandibûn.