Bi deh hezaran Efrînî meşiyan
Bi deh hezaran Efrîniyên ku ji cihê xwe hatine koçberkirin, di 4. salvegera dagirkirina bajarê wan a ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê daketin qadan.
Bi deh hezaran Efrîniyên ku ji cihê xwe hatine koçberkirin, di 4. salvegera dagirkirina bajarê wan a ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê daketin qadan.
Bi deh hezaran şêniyên herêma Efrînê li ser rêya M5 a di navbera Heleb û Efrînê de kom bûn. Şêniyan wêneyên şehîdên Berxwedana Serdemê, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şehîdên komkujiyên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Efrîn û Şehbayê hilda bûn. Her wiha pankartên bi nivîsên "Em ê Bexwedana Serdemê xurt bikin û dagirkeriyê têk bibin" û "Xak û rumeta xwe biparêzin û dagirkerî û DAÎŞ'ê têk bibin" vekiribûn.
Meşvanan bi lêdana li def û zirneyê û diruşmeyên silavkirina Berxwedana Serdemê û şermezarkirina dewleta Tirk a dagirker dest bi meşê kirin.
Meş li kampa Vegerê ya li gundê Ziyaretê yê navçeya Şêrawayê sekinî. Piştî deqeyeke rêzgirtin, bi navê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê, Reşîd Silêman axivî û got: "Berxwedana şêniyên Efrînê ya 58 rojî ya li hemberî teknîka pêşketî û çekên qedexekirî planên duyemîn mezintirîn artêşa dewleteke di NATO'yê de têk bir ku digot ew ê di nava 3 rojan de Efrîn dagir bike."
Silêman diyar kir ku şêniyan di Berxwedana Serdemê de, tevî êrişên giran li kêleka şervanên YPG û YPJ'ê bûn û wiha domand: "Berxwedana Serdemê di qonaxa xwe ya duyemîn de bi xurtî didomîne. Mayîna koçberên Efrînê li Şehbayê û berxwedana wan misogeriya rizgarkirin û vegera li Efrînê ye."
Reşîd Silêman di dawiyê de bang li ciwanan kir li hemberî planên dijmin bisekinin.
Paşê hevseroka Meclisa Rêveber a Herêma Efrînê Şîraz Hemo jî got: "Berxwedana dîrokî bi tîpên zêrîn hate nivîsandin ku planên dagirkeriya Tirk ên tunekirina gelê Kurd û şikandina berxwedana wan guhertin."
Şîraz Hemo bal kişand ser rewşa beriya dagirkirina Efrînê û ev tişt anî ziman ,"Jiyana hevbeş, birêvebirina civakê ji aliyê jinan ve, ewlehiya li Efrînê li xweşiya dewleta Tirk nehat, ji ber vê yekê hewl dide gelê Kurd li Efrîn û tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyê tune bike."
Şîraz Hemo diyar kir ku tevî zehmetiyên ku koçber li kantona Şehbayê dikişînin, ji ambargoya hikumeta Şamê li ser ferz kiriye û heta bi êrişên artêşa Tirk û komkujiyên li dijî zarokan û hemû welatiyan pêk tîne, her wiha sermaya dijwar a kampan dibînin, lê dîsa jî heta rizgarkirina Efrînê dê li ber xwe bidin.
Paşê bi navê Meclisa Kantona Şehbayê Mihemed Adil axivî û berxwedana koçberan a li kampan û malên kavilkirî, silav kir û got, ruxmî zehmetiyan berxwedana gelan garantiya rizgarkirina Efrînê ji artêşa Tirk û çeteyên wê ye.
Mihemed Adil diyar kir ku kiryarên dewleta Tirk li dijî welatiyan pêk tîne, beriya wê jî çeteyên DAÎŞ`ê li dijî gelê sûrî, nexasim Kurd pêk anî.
Mihemed Adil di dawiyê de li dijî planên dagirker ên li hemû xaka Sûriyê soza berxwedanê da.