Kana komirê ya li Payîzavayê gefê li xwezayê û tenduristiya mirovan dixwe
Komira li kanê tê şuştin bi ser çem ve tê herikandin, ji ber vê jî Çemê Şamanis ê li herêmê reş bûye.
Komira li kanê tê şuştin bi ser çem ve tê herikandin, ji ber vê jî Çemê Şamanis ê li herêmê reş bûye.
Li navçeya Payîzava ya Wanê kana komirê ya beriya du salan hate vekirin gefê li jiyana mirovan dixwe. Ji ber kana komirê ava çemên li herêmê êdî reş bûye. Komira ji kanê tê derxistin ku ya Veysel Urum ê AKP'yî ye, li navendê tê bikaranîn û ji gelek bajaran re tê şandin. Kana komirê ya li herêma Şamanisê bûye mijara nîqaşên mezin. Urum ê AKP'yî li heman herêmê qadeke din girt û kir qada madenê. Madenên heyî jî nû kir û herêmek mezin a Payîzavayê weke qada madenê ragihand.
KOMIR PIŞTÎ KU TÊ ŞUŞTIN AVA GEMARÎ BI SER ÇEM VE TÊ HERIKANDIN
Komira li kana komirê tê kuştin, piştre bi ser çem ve tê herikandin. Ji ber vê qirêjiyê jî Çemê Şamanisê yê li herêmê reş bûye. Gundiyan mehên derbasbûyî serî li Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê dan, lê belê bê encam man. Kontrolên têne kirin jî kêm dimînin. Veysel Urum ku berê bi kontrolê dihese, xwe ji kontrolan rizgar dike. Urum û çeteya wî roja kontrol bê kirin avê qirêj nake.
KANA KOMIRÊ YA HATE GIRTIN JI NÛ VE HATE VEKIRIN
Gundê Şamanisê yê li navçeya Payîzavayê ji ber şerê li herêmê ji aliyê hêzên ewlekariyê ve di sala 1997'an ve hate valakirin. Piştî valakirina gund, gundiyên li madenê dixebitîn neçar man ku koçî bajêr bikin û bi vî rengî kana komirê hate girtin. Rayedaran girtina kana komirê bi hinceta 'kêmbûna rezerv'ê ragihandibûn. Kana komirê ya sala 1997'an hate girtin, li gel nerazîbûnan jî ji nû ve hate vekirin. Gundî dixwazin kana komirê yekser bê girtin.
GUNDIYAN BANGA HIŞYARÎ Û BERPIRSYARIYÊ KIRIN
Gundî têkildarî mijarê axivîn û gotin, "Me serî li her derê dan lê belê nekarîn encamê bi dest bixin. Xwezaya me tê talankirin û ava gemarî bi ser çem ve tê herikandin. Ev yek gefê li hemû zindiyan dixwe. Em ê têkoşîna xwe dewam bikin, lê belê em li benda piştgiriya raya giştî ne."