Dewleta Tirk a dagirker êrişî wesayîta Meclîsa Leşkerî ya Til Temirê kir
Wesayîta Meclîsa Leşkerî ya Til Temirê ya ku diçû operasyona li hemberî DAÎŞ’ê bû hedefa dewleta Tirk a dagirker.
Wesayîta Meclîsa Leşkerî ya Til Temirê ya ku diçû operasyona li hemberî DAÎŞ’ê bû hedefa dewleta Tirk a dagirker.
SÎHA’yeke dewleta Tirk a dagirker li wesayîteke Meclîsa Leşkerî ya Til Temirê da. Hate ragihandin ev wesayît ji bo ku tevlî operasyona li dijî DAÎŞ’ê bibe, diçû Hesekê.
Hate ragihandin êriş li ser rêya Til Temir-Hesekê nêzî gundê Tiwêna pêk hat.
Agahiyên zelaltir ên derbarê êrişê nehate bidestxistin.
Di heman demê de wesayîtên hewayî yên dewleta Tirk li ser Dirbêsiyê digerin.