Bi deh hezaran kes ji bo Efrînê dimeşin

Di salvegera destpêkirina êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Efrînê de, bi deh hezaran kes li Şêrawayê daketin qadan. Girseya gel bi dirûşma "Em ê Berxwedana Serdemê mezin bikin û dagirkeriyê ji holê rakin" dimeşin.

Bi deh hezaran Efrînî û xelkê li Kantona Şehbayê li ser rêya navneteweyî ya M5 a navbera Helebê û Kantona Efrînê li hev civiyan.

Meşa ku li ser rêya M5 dest pê kir wê li Kampa Vegerê ya li Şêrawayê bi dawî bibe.