Şaneya ku êrişî Girtîgeha Xiwêranê kir, hate îmhakirin

Piştî êrişa DAÎŞ'ê ya li ser Girtîgeha Xiwêranê, balafirên Koalîsyona Navneteweyî şaneyeke çeteyan tespît kirin û îmha kirin.

Balafirên Koalîsyona Navneteweyî, cihê kombûnê yê şaneya ku êrişî girtîgeha li taxa Xiwêranê ya Hesekê kir, tespît kirin û lê dan.

Komên çeteyan hewl dan ku Xaçerêya Panorama ya li başûrê bajêr kontrol bikin. Têkildarî hejmara çeteyên ku di êrişa koalîsyonê de hatin kuştin agahî bi dest neket.

Komek ji çeteyên DAÎŞ'ê bi wesayit û motorsîkleteke bombebarkirî êrişî derdora girtîgeha li taxa Xiwêranê kir.

Piştî ku hêzên ewlekariyê pê hesiyan û xwestin bersivê bidin, di navbera çeteyan û hêzên ewlekariyê de şer qewimî. Li gorî agahiyên destpêkê ji hêzên ewlekariyê 2 kes birîndar bûn.

Piştî ku êriş bi ser neket, çeteyên ji herêmê reviyan 3 tankerên şîrketa Sadkop a li Xaçerêya Basilê dan ber agir.

Piştî bûyerê gelek çeteyên DAÎŞ'ê yên li girtîgehê agir berdan alavan û tevlîhevî derxistin.

Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya QSD'ê, rewşa li girtîgehê hatiye kontrolkirin.