Li Derayê êrişa bombeyî: 12 kes mirin

Li herêma Dera ya Sûriyeyê li dijî otobusekê êrişeke bombeyî hate kirin. Hate raighandin ku 12 ji endamên hêzên ewlekariyê yên hikumeta Şamê mirin.

Li gorî ajansa nûçeyan a fermî Sana'yê, roja Çarşemê bombeya li otobuseke polîsan hatibû bicihkirin, li nêzî Cisr Saîda ya Derayê teqiya.

Di encama teqînê de 12 endamên hêzên ewlekariyê mirin, 12 jî birîndar bûn.

Meha Cotmehê jî li paytext Şamê li hemberî otobuseke leşkerî êrişeke bombeyî hatibû kirin, 14 kes miribûn.

Li gorî Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ji destpêka salê ve li herêma Derayê derdora 20 êriş hatin kirin. Hate ragihandin ku di van êrişan de 8 jê sivîl herî kêm 16 kes mirin.