Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewleta Tirk protesto kirin
Li gelek navendên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên ji 23’ê Cotmehê ve berdewam dikin bi çalakiyan hatin protestokirin.
Li gelek navendên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên ji 23’ê Cotmehê ve berdewam dikin bi çalakiyan hatin protestokirin.
Yekîtiya Kedkaran a girêdayî TEV-DEMˈê, Meclîsa Bajarê Girê Spî, Desteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan, Desteya Perwerde û Fêrkirinê, Meclîsa Malbatên Şehîdan û Federasyona Gaziyên Şer a Kantona Firatê bi daxuyaniyên cuda êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protesto kirin.
Di daxuyaniyan de hate diyarkirin ku ev êrîş dijbertiya dewleta Tirk a li hemberî gelên têkoşer ên ewle dijîn, nîşan dide. Di daxuyaniyê de bang li hêzên navneteweyî, rêxistinên hiqûqî û saziyên têkildar jî hat kirin ku li hemberî van êrîşan erkên xwe bi cih bînin û dawî li dagirkeriya Tirk bînin.
Di daxuyaniyan de îşaret bi wê yekê hate kirin ku dewleta Tirk aloziyên xwe yên navxweyî derdixe derve da ku raya giştî ya Tirkiye û ya derve bixapîne. Di daxuyaniyê de hate gotin, ev êrîşên bê sedem binpêkirin in û li dijî peymanên navnetewî û qanûnên mafên mirovan in.
REQA
Xwendekarên Zanîngeha El Şerq a li Reqayê jî bi daxuyaniyekê êrîş protesto kirin. Xwendekaran diyar kirin ku ew ê li hemberî van êrîşan têkoşînê berdewam bikin û gotin: “Ev êrîş karekî terorî ye, li dijî hiqûqa mafên mirovan e, di heman demê de aloziya mirovî mezintir dike.”
MINBIC
Di daxuyaniya Yekitiya Karker û Kedkaran a Kantona Minbicê de hate gotin, bêdengiya civaka navnetewî ya li hemberî êrîşan dê rewşa mirovî û ya debarê aloztir bike. Di daxuyaniyê de bang li her kesî hat kirin ku li hemberî van êrîşan bikevin tevgerê û dawî lê bînin.
HELEB
Meclîsa TEV-DEMˈê ya Helebê ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek da. Daxuyanî li Taxa Şêxmeqsûdê ji aliyê rêveberê TEV-DEMˈê Mirî Şiblî ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de hate gotin, dewleta Tirk sûdê ji mijûlbûna cîhanê bi şerê Îsraîl, Hemas û Hizbullahê digire û êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dewleta Tirk îdia dike ku herêm xetereyê li ser ewlehiya wê ya netewî çêdike û hate gotin, armanca dewleta Tirk ji van êrîşan têkbirina Rêveberiya Xweser e.
ŞEHBA
Tevgera Civaka Demokratîk û Yekitiya Esnafan ên Kantona Efrîn-Şehbayê jî daxuyaniyek hevbeş dan.
Hevserokê Yekitiya Esnafan Mihemed Weysî yê daxuyanî xwend, diyar kir ku dewleta Tirk bi van êrîşan dixwaze ewlehiya herêmê û jiyana hevbeş a di navbera pêkhateyan de têk bibe.
Di daxuyaniyê de bang li tevahî rêxistinên hiqûqî û mirovî kir ku erkên xwe bi cih bînin û li dijî van êrîşan piştgiriyê bidin gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.
Di daxuyaniyê de ev peyam hate dayîn, "Em ê li hemberî van êrişan bisekinin û li dora rêveberiya xwe ya xweser kom bibin."
Partiya Lîberal a Kurd li Sûriyeyî jî daxuyaniyek nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Berdewama şerê qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker ê li ser gelê me, berdewama zihniyeta wê ya faşîst e."
Di daxuyaniyê de êrîş wekî sûcên şer hatin binavkirin û hate gotin ku bêdengiya li hemberî êrîşê xaleke reş e li ser eniya hêzên navnetewî.
Di daxuyaniyê de peyama piştgiriyê ji bo Rêveberiya Xweser û QSDˈê hate dayîn.