BI DÎMEN

Êrîşên dagirkeriyê li Dêrik û Amûdê hatin şermezarkirin

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku 23'ê Cotmehê destpê kirin, li bajarên Dêrik û Amûdê bi çalakiyên girseyî hatin şermezarkirin.

Dewleta Tirk a dagirker di êvara 23'ê Cotmehê de bi balafirên bêmirov û yên şer êrişî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir, di encamê êrişê de 17 welatî şehîd bûn, 65 welatî birîndar bûn û gelek dezgeh û navendên xizmetguzariyê ji xizmetê derketin.

Ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker şêniyên bajarên Dêrikê û Amûdê daketin qadan.

AMÛDÊ

Bi sedan şêniyên bajarê Amûdê û bajarokên girêdayî wê li qada Şehîd Cîhad a li bajêr kom bûn.

Bi rakirina wêneyên zarokên di êrişan de şehîd bû birîndar bûne, wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, pankartên bi nivîsa “Bi sekna şerê gel ê şoreşgerî, em ê dagirkeriyê têk bibin” û dirûşmeyên “Na ji êrişên dewleta Tirk a dagirker re” meşiyan.

Meşvan li pêşiya Navenda Tevger Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê li Amûdê meşa xwe veguherandin mîtîngê. piştî deqeya rêzgirtinê endama Kongra Star a bajarê Amûdê Şêrîn Dawûd axivî û diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bê navber êrişî binesazî û şêniyên herêmê dike, dixwaze projeya Rêveberiya Xweser û aramiya heyî têk bibe û got: “Dixwaze gel ji neçarî koç bike. Pêkhateyên herêmê bi sekina xwe helwesta xwe diyar kir.”

Şêrîn Dawûd da zanîn ku ew ê heta dawiyê têbikoşin.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Amûdê Ebdulbaqî Dawê axivî, sersaxiyê ji malbatên şehîdên êrişên dewlet Tirk a dagirker re xwest û got: “Em sekina gelê xwe silav dikin.”

Meş bi berzkirina slogana “Na ji êrişên dagirkeriyê re” bi dawî bû.

DÊRIK

Şêniyên bajarê Dêrikê û bajarokên girêdayî wê li qada Azadî ya li bajarê Dêrikê kom bûn. Welatiyan wêneyên şehîdan, deverên rastî êrişê hatine, wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, pankarta bi nivîsa “Bi sekna şerê gel ê şoreşgerî, em ê dagirkeriyê têk bibin” rakiribûn.

Meşevan li kolanên bajarê Dêrikê meşiyan û li ber Navenda Kongra Star a Dêrikê meşa xwe veguherandin mîtingê.

Di mîtîngê de Endama Rêveberiya Kongra Star a bajarê Dêrikê Wefa Elî axivî û diyarkirina rewşa Rêber Abdullah Ocalan weke mizgînî ji bo gelan pênase kir.

Wefa Elî destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker êrişî navendên xizmetguzariyê  dike wiha pê de çû: “Bila bizane gelê me xwedî bi hezaran şehîdan e, çi dibe bila bibe li dê hemberî êrişên dewleta Tirk têkoşîna xwe bidomîne. Em li pey şopa şehîdên xwe ne û em ê her piştgiriya şervanên xwe bikin.”

Hevserokê Meclisa Bajarê Dêrikê Hesen Hemze jî axivî û diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi êrişên xwe nikare îradeya gelê me bişkîne û berxewdana gelê li Dêrikê li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker silav kir.

Mîtîng bi silogana“Bimire dagirkerî” bi dawî bû.