BI DÎMEN

‘Em ê bi paradîgmaya Rêber Apo van êrîşan têk bibin’

Şêniyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin û tekez kirin ku ew ê bi paradîgmaya Rêber Abdullah Ocalan van êrîşan têk bibin û azadiya xwe bi dest bixin.

Dewleta Tirk a dagirker, ji êvara roja 23’ê Cotmehê ve êrîşî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Bi taybet qadên xizmetguzariya herêmê dike hedef, da ku gel neçarî koçberiyê bibe û rastî zehmetiyan were. Gelê herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev êrîşên dagirkeriyê bi tundî şermezar kirin û berteka xwe anîn ziman.

‘WÊ DIJMIN JI HELWESTA ME BITIRSE’

Endamê Desteya Rûspiyan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hesen El Ferhan êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Dewleta Tirk a dagirker rojane êrîşên xwe li ser herêmê zêde dike û her tim binesaziyên herêmê dike hedef. Ev jî bêmafî û nemiroviya dewleta Tirk derdixîne holê. Çinku êrîşkirina welatiyan sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Ew dixwaze ewlehiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têk bibe. Çinku baş dizane ku ev parçeyek ji Sûriyeyê ye ku hemû netewan himbêz dike. Çi dibe bila bibe, em ji van êrîşên hovane natirsin û wê dijmin ji helwesta me bitirse. Dewleta Tirk a dagirker hemû tiştên xirab li ser Kurdan bi kar tîne. Em êdî nema qebûl dikin. Bila hemû dewletên navneteweyî dawî li bêdengiya xwe bînin û van êrîşan rawestînin. Em wek Desteya Rûspiyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dibêjin divê tu kes li hember van êrîşan serî netewîne û her kes li dijî wan dengê xwe bilind bike. Bila dijmin bizane ku îradeya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji çekên wî yên bêmirov bihêztir e û em ê bi ser bikevin.”  

‘ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK JI ALIYÊ QANÛNÎ VE SÛCÊN ŞERÎ NE’

Parêzvana Mafên Mirovan Heyal El Xiwêr êrîşên dewleta Tirk a dagirker ji hêla hiqûq û mafên mirovan ve nirxand: “Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derqanûnî ne û her yek li dijî mirovahiyê sûceke mezin e. Loma divê em wek neteweyên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi yek destî li hember van êrîşan serî hildin û banga xwe bigihînin tevahiya rêxistinên mafên mirovan. Dewleta Tirk a dagirker dixwaze parçeyek mezin ji xaka Sûriyeyê dagir bike lê ev ne mafê wê ye. Ez bangî van rêxistinên ku xwe wekî parêzvanên mafên mirovan bi nav dikin, lê erka xwe ya mirovahiyê li ser xaka Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê bi cih naynin dikim, bila êdî bi erka xwe rabin û van êrîşên li ser herêma me rawestînin.”

‘DEWLETA TIRK BI ÊRÎŞÊN XWE LI DIJÎ ÎSLAMÊ DERDIKEVE’

Endamê Desteya Rûspiyan li Herêma Bakûr û Rohilatê Sûriyeyê Îbrahîm Gilo da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker bi navê Îslamê bang dike lê ew bi xwe li dijî Îslamê şer dike. Bi sedan salan mafê Kurdan hat xwarin. Lê bi hatina Rêber Abdullah Ocalan û avakirina Paradîgmaya Netewa Demokratîk Kurdan ber bi azadiyê ve gav avêtin. 

Îbrahîm axaftina wiha domand: “Dewleta Tirk a dagirker da ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê neçarî koçberiyê bike van êrîşan bi ser me de tîne. Dewleta Tirk a dagirker dixwaze Rojhilata Navîn bi tevahî dagir bike û gelê Kurd di serî de mafê tevahiya gelan desteser bike. Loma divê em jî li ser paradîgmaya Rêber Apo danî pêşiya me bişopînin. Ez vê dewleta bêmaf û xwînxwar red dikim. Çinku bi navê Îslamê nijadkujiyê dike. Gerek em jî wek gelê Kurd û tevahiya neteweyên herêma Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê bibin yek.”