Li Minbicê bersiv hate dayin: 7 dagirker hatin kuştin
Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û Hêzên Eniya El Ekrad li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker çalakiyeke bersivdanê lidar xistin. Hate ragihandin ku di encamê de 7 leşkerên Tirk hatin kuştin.
Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û Hêzên Eniya El Ekrad li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker çalakiyeke bersivdanê lidar xistin. Hate ragihandin ku di encamê de 7 leşkerên Tirk hatin kuştin.
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku li gel hêzên Eniya El Ekradê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyeke bersivdanê li ser 3 baregehên cuda lidar xistin.
Hate ragihandin ku serê sibehê saet di 08:30'î de (26'ê Cotmehê, roja Şemiyê) Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û Hêzên Eniya El Ekrad bombe li baregehên Beldeq, Şêx, Nasir, Qerate û Şiqeyêf ên dewleta Tir dagirker bombebaran kirin.
Hate gotin, di encama çalakiyê de 7 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin cezakirin, gelek dagirker jî birîndar bûn.