Ji QSD'ê çalakiyên bersivdayinê: 3 wesayitên leşkerî hatin îmhakirin
QSD'ê ragihand ku li Til Temir û Eyn îsayê di çalakiyan de 8 dagirker birîndar bûne û 3 wesayitên leşkerî hatine îmhakirin.
QSD'ê ragihand ku li Til Temir û Eyn îsayê di çalakiyan de 8 dagirker birîndar bûne û 3 wesayitên leşkerî hatine îmhakirin.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku li gundewarê Til Temir û Eyn Îsayê 3 çalakî li dijî baregehên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dar xistine.
Daxuyanî bi vî rengî ye: “Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomînin. Hêzên me Hêzên Sûryeya Demokratîk ku bi çalakiyên bibandor bersiva êrişan didin, li bargehên wan ên li herêmên dagirkirî didin. Di van çalakiyan de windahiyên mezin dighînin dagirkeran.
Hêzên me duh (Şemiyê) li gundewarê Til Temirê çalakiyeke leşkerî li dijî baregeheke dagirkeran li dar xist. Di encama vê çalakiyê de 8 dagirker birîndar bûn û 3 erebeyên wan ên leşkerî hatin îmhakirin.
Hêzên me li gundên Seyda û Mezre yên Eyn Îsayê jî du çalakiyên din li dijî baregehên dagirkeran pêk anîn. Di encamê de hejmarek leşkerên dagirker birîndar bûn, lê nehat zanîn çend leşker birîndar bûne.”
Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin “Hêzên me li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmên me xwedî mafê parastina rewa ne. Emê li gorî qanûnên navneteweyî yên têkildarî şer û pevçûnan gelê xwe û milkên wê biparêzin.”