Ji ber êrîşên dewleta Tirk bi dehan binesaziya sivîl ji xizmetê derket

Di encama pêla nû ya êrîşên dewleta Tirk a dagirker de ku di 23'yê Cotmehê de li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat destpêkirin, gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dan, bi dehan binesaziya sivîlan ji xizmetê derket.

Dewleta Tirk a dagirker, ji êvara 23'yê Cotmeha 2024'an û vir ve bi pêleke nû ya êrîşan a li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, sûcên giran ên şer dewam dike.

Di êrîşan de rasterast sivîl û binesaziya sivîlan hedef hatin girtin.  Di êrîşên bi balafirên şer, balafirên bê mirov û bombebaranên hatin kirin de, navendên tenduristî û perwerdeyê, firin, depoyên ard û genim, sîloyên genim, santralên elektrîkê, şîrket û kargehan, şebekeyên telefon û avê, gaz û stasyonên petrolê hatin bombekirin.

LI KANTONA CIZÎR Û FIRATÊ NÊZÎ 30 NAVEND JI XIZMETÊ DERKET

Li gorî rayedaran, bi tenê li Kantona Cizîr û Firatê bêhtirî 30 navend ji xizmetê derketine.

Ev navend jî wiha hatin rêzkirin:

DÊRÎK: Stasyona Siwêdiyê ya elektrîkê, Stasyona xazê ya Siwêdiyê, Stasyona Girzîro ya petrolê, Kargeha Zozan a Mast û Penêr, Kargeha kîsên naylon a li gundê Mêrga Mîra, Garaca li bajarê Dêrikê.

RIMÊLAN: Navenda sererastkirina erebeyan, Navendeke avahîsaziyê, Stasyona komkirina petrolê, Navenda dagirtina oksecînê,

TIRBESPIYÊ: Stasyonê petrolê ya Seîda, Stasyona Babasî ya petrolê ya li gundê Kêl Hesnak, Zeviya Oda ya petrol û xazê, Parzûngeha petrolê ya li gundê Beyazê, Parzûngeha petrolê ya li gundê Girê BePirê, Stasyonê elektrîkê

QAMIŞLO: Navenda Tenduristiyê ya li taxa Xelîc, Navenda Tenduristiyê ya li taxa Meyselûn, Navendeke avahîsaziyê li ser rêya Hizam, Kargeha dirûnkariyê Embara genim, Şirketa Pêşxistina Çandiniyê, Navenda avahîsaziyê ya li gundê Heremê Şêxo.

AMÛDÊ: Stasyona elektrîkê, Firine

TIL TEMIR: Kargeha Çemento ya Îstîqamê, Banka Çandiniyê

EYN ÎSA: Embara genim

KOBANÊ: Stasyona elektrîkê, Firine, Embara genim a li gundê Rovî.

LI KOBANÊ 366 GUND BÊ ELETRÎK MAN

Hevseroka Desteya Enerjiyê ya kantona Firatê Ayşe Nasir, diyar kir ku balafirên dewleta Tirk a dagirker stasyona elektrîkê ya bajarê Kobanê yê kantona Firatê yekser kir hedef û di encamê de 366 gund û navenda bajêr bê eletrîk man. Nasir, diyar kir ku ji ber stasyona elektrîkê ji xizmetê derket, bîrên avê jî sekinîn, li kêlek wê jî cihên stratejîk ên li bajarê Kobanê bi temamî sekinîn.

Nasir, anî ziman ku ji ber liv û tevgera bênavber a balafirên delweta Tirk a dagirker li asîmanê herêmê û êrîşên wê tîmên taybet nikarin xwe bigihîjin stasyon û ziraran binirxînin.

BI MÎLYONAN DOLAR ZIRAR ÇÊBÛN

Hevserokê Desteya Enerjiyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ziyad Rûstem ê ku ji ANHA’yê re axivî û diyar kir ku ji ber bombebarana stasyonên elektrîkê yên li Amûdê, Tirbespiyê û Kobanê 120 hezar welatî bê av û ceyran mane.

Rûstem, ragihand ku zirarên heta niha li binesazî û cihên xizmetguzeriyê pêk hatine bêhtirî 5 mîlyon dolar e û got hîna zirar bi temamî nehatine teyeitkirin, ji ber ku hîna êrîş dewam dikin.