Cenazeyê 4 şervanên azadiyê li Girê Spî û Minbicê hatin veşartin
Welatiyên bajarên Girê Spî û Minbicê cenazeyên 4 şervanên azadiyê yên di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bibûn, veşartin.
Welatiyên bajarên Girê Spî û Minbicê cenazeyên 4 şervanên azadiyê yên di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bibûn, veşartin.
GİRÊ SPÎ
Bi hezaran welatiyên bajarê Girê Spî û Endamên saziyên sivîl cenazeyên 3 şervanên QSD′ê ″Ebdulmenaf (Serdar), Îsam Cemal, Mihemed El-Ebid ên ku di pêngav rizgarkirina Reqayê de şehîd bûne, li Goristana Şehîd Mehmûd Tumê veşartin.
Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ve destpê kir. Piştre li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Wehîd Ebdullah û Rêveberiya Xweser a bajarê Girê Spî Zelîxe Ebdî axivîn.
Axaftvanan sersaxî ji malbatên cangoriyan re xwestin û soza şopandina rêya şehîdan heta avakirina Sûriyeke demokratêk û federal, dan.
Di dawiya merasîmê de nasnameyên têkoşeran hatin xwendin, radestî malbatên wan hatin kirin û cenazeyên wan li goristanê hatin veşartin.
MİNBİC
Bi sedan welatiyên bajarê Minbicê jî cenazeyê şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Casim Betal ê ku di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bibû, ji nexweşxaneya Firatê wergirtin û ber bi Goristana Şehîdan ve ketin rê.
Di merasîma oxirkirinê de Fermandarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Ednan Ebû Emced, Hevserokatiya Meclîsa Zagonsaz Nezîfe Xelo û Farûq El-Maşî, Endamên saziyên sivîl û leşkerî yên bajêr, amade bûn.
Merasîma oxirkirinê bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ve destpê kir. Piştre li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Kefaa Elî axivî, sersaxî ji malbata têkoşer re xwest û bal kişand ser fedekariya şehîdan a di şerê li dijî çeteyan de.
Piştre Fermandarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Ednan Ebû Emced jî axivî, sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got ku şehdan ji bo avakirina jiyaneke azad û bi rûmet, canê xwe feda kirine.
Emced destnîşan kir ku êrîşên li ser Kantona Efrînê û herêmên Şahbayê, nîşaneya têkçûna Tirkiye ya siyasî û leşkerî ye û diyar kir ku Tirkiye dixwaze bi van êrîşan pêngava rizgarkirina Reqayê asteng bike.
Her wiha Hevserokê Komîteya Têkîliyên Derve ya Meclîsa Rêveber Elî Cemîlî jî destnîşan kir ku ew ê axa welatê xwe biparêzin û bang li gelê herêmê kir ku piştgiriya hêzên xwe bikin û asta têkoşîna xwe bilind bikin.
Di dawiya merasîmê de nasnameya şehîd hat xwendin, radestî malbata wî hat kirin û cenazeyê wî li goristanê bi dirûşim û tilîliyan ve hate veşartin.