Meclîsa Sûriyeya Demokratîk, Tirkiye hişyar kir!

Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD), têkildarî gefa dagirkirina Efrînê ya ji aliyê dewleta Tirk ve daxuyaniyek nivîskî da û got: “Hewldana dagirkirina Efrînê tê wateya şer û serferberiya giştî.”

Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD), têkildarî gefa dagirkirina Efrînê ya ji aliyê dewleta Tirk ve daxuyaniyek nivîskî da. Di daxuyaniyê de helwesta deweletaTirk hate şermezarkirin, bang li civaka Ereb û civaka navneteweyî hate kirin ku zextê li ser dewleta Tirk bidin kirin.

Daxuyaniya MSD’ê wiha ye:

 “Di demeke hêzên QSD`ê bi desteka Koalîsyona Navnetewî pêş dikevin de û axa Sûriyeyê ji terorê rizgar dikin û li paytexta DAIŞ`ê Reqayê destanan dinivîsin, Tirkiye ku di pêkanîna armancên xwe de bibin ket, şerê çapemeniyê dimeşîne. Çekan vediguhezîne herêmên Mari û Ezaz, welatiyan qetil dike, gundan topbaran dike û şêniyên wan koç dike û bi vê yekê jî dixwaze demografiya herêmê biguhere.

Ev êrîşên Tirkiye li ser Şehba û Efrîn ne jî îro ve ne, lê dixwazin ewlehî û aramiya herêma ku ji hezaran penaberan re bû stargeh gef bikin û projeya federaliya demokratîk a Bakurê Sûriyeyê têk bibe.

Em ji bo destwerdana leşkerî ya Tirkiyeyê hişyarî didin ku wê veguhere seferberiyeke giştî û îlankirina şer, ev yek jî ne di berjewendiyên gelê herêmê de ye. Em weke gelê Sûriye bi hêvî ne ku têkiliyên xweş bi gelê Tirkiyeyê re ava bikin û têkiliyên biratî û hevaltiyê pêş bixin.

Em destwerdanên Tirkiye û artêşa wê ji axa Sûriyeyê re bi tundî şermezar dikin û taybet dagirkirina herêmên nû û êrîşên bê navber li ser Efrînê û bang li civaka Erebî û navnetewî taybet jî Amêrîka, Rûsiya û Yekîtiya Ewropa dikin ku zextê li Tirkiye bikin, ji bo ku dagirkirina xwe ji herêmê bidawî bike û ji axa Sûriyeyê derkeve.