Êrîşa çeteyan a bi ser Efrînê de hate şikandin
Şervanên YPG'ê êrîşa çeteyên Cebhet El-Nusra (Fetih El-Şam) û Ehrar El-Şam ya li dijî gundê Îska yê girêdayî navçeya Şerawa a Efrînê şikandin.
Şervanên YPG'ê êrîşa çeteyên Cebhet El-Nusra (Fetih El-Şam) û Ehrar El-Şam ya li dijî gundê Îska yê girêdayî navçeya Şerawa a Efrînê şikandin.
Çeteyên Fetih El-Şam û Ehrar El-Şam ên bi ser dewleta Tirk a dagirker ve, ji aliyê Kela Semaan li bakurî Dar Izê, êrîşî birin ser niqteyên YPJ û YPG`ê yên li gundê Îska ya navçeya Şêrewa. Li ser bersivdayîna şervanan li herêmê şer derket.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatine girtin, çeteyan derdora seat 23:30'an êrîş birine û şerê derketî heta seat 05:00’ê sibehê berdewam kiriye. Çeteyan di êrîşê de çekên giran û topên hewanê bi kar anîn. Şervanên YPG û YPJ'ê êrîşa çetayan pûç kirin. Têkildarî encamên şer ti agahiyên zelal nîn e.
Şerrvanên YPG û YPJ`ê di 13`ê Hizêranê de, êrîşeke heman rengî a çeteyên Ehrar El-Şam pûç kirin. Di êrîşê de 48 çete hatibûn kuştin û 7 wesayîtên çeteyan hatibûn rûxandin. Her wiha şervanan gelek çebilxane bi dest xistîbûn.