Di pêngava rizgarkirina Reqayê de, şervanên QSD’ê bi pêş ve diçin û şerê di navbera çeteyên DAIŞ’ê û şervanên QSD’ê de didome. Hat ragihandin ku dorpêça li dora çeteyên DAIŞ’ê roj bi roj tengtir dibe.
Ji saetên sibehê de şer di navbera şervanên QSD'ê û çeteyên DAIŞ'ê de li hin aliyên bajarê Reqayê ve qewimî. Li rojavayê bajêr çeteyan hewl dan ku êrîşî 6 nuqteyên şervanan ên li Taxa Qedîsiyê bikin ku ev tax hatibû rizgarkirin. Lê şervanan êrîşa çeteyan şikandin, 17 çete kuştin 8 cenazeyê çeteyan jî xistin destê xwe. Şervan li aliyê rojava piştî şikandina van êrîşan hinek din jî bi pêş ve çûn.
Îro li aliyê başûrê Reqayê jî dîsa şerê dijwar di navbera şervanan û çeteyan de rû da. Li vî alî jî şervanan tankek bi dest xistin, wesayîteke bi doçka û wesayîteke bombebarkirî jî îmha kirin.
Her wiha şervanan gundê Elhuseyin yê ku dikeve başûrê Reqayê jî rizgar kirin.
Di navbera şervanan û çeteyên DAIŞ’ê de şer li aliyê rojava û başûrê Reqayê hê jî berdewam e.