Li Şedadê cenazeyê şervanê Erka Xweparastinê Xidir hate sipartina axê
Welatiyên bajarê Hesekê û herêma Şedadê cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Xidir Wegaa yê ku di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bibû, sipartin axê.
Welatiyên bajarê Hesekê û herêma Şedadê cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Xidir Wegaa yê ku di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bibû, sipartin axê.
Cenazeyê şehîd ji Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê wergirtin û bi karwanekî wesayîtan ber bi goristana herêma Şedadê ve ketin rê.
Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ve despê kir. Piştre Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Mihemed Iwêd axivî û diyar kir ku şehîdên azadiyê bi xwîna xwe ya pîroz, rêya azadiyê ronî kirin û di oxira avakirina jiyaneke bi ewle de, canê xwe feda kirin.
Endamê Rêveberiya TEV-DEM′ê Hejar Şedadê jî, sersaxî ji malbata şehîd re xwest û destnîşan kir ku serkeftinên ku li herêmê hatin bidestxistin, bi saya xwîna şehîdan çêbûne.
Di dawiyê merasîmê de nasnameya şehîd hat xwendin, radestî malbata wî hat kirin.
Cenazeyê şervanê Erka Xweparastinê bi dirûşiman ve hate sipartina axê.