Li Efrînê artêşa Tirk kolandina xendekan didomîne
Artêşa Tirk a dagirker ku li ser sînorê Kantona Efrînê hejmara leşkeran zêde dike, lêkirina dîwar û xendekên dagirkeriyê jî didomîne.
Artêşa Tirk a dagirker ku li ser sînorê Kantona Efrînê hejmara leşkeran zêde dike, lêkirina dîwar û xendekên dagirkeriyê jî didomîne.
Artêşa Tirk a dagirker di navbera gundê Baliya yê navçeya Bilbilê û gundê Bîrto yê Bakurê Sûriyê de, kolandina xendeqan, lêkirina dîwarê sermê didomîne û di dema kolandinê de, 50 darên gund birîn.
Artêşa Tirk li aliyê din jî li herêmê rêyên leşkerî fireh dike, da alavên xwe yên leşkerî têre derbas bike û li herêmê bi cih bike. Her wiha leşkerên xwe li sînor zêde dike.
Artêşa dagirker 5 wesayîtên kolandinê, 4 trêk û hin alavên din li ser sînor bi cih kirine. Wesayîtên Akrep jî li sînor digere.
Artêşa dagirker li ser girê Gundê Bîrto 4 tank û 3 topavêj bicihkirin.
Welatiyê bi navê Mihemed Bekir ê ji gundê Baliya got ku ew her sibeh dengê leşkerên Tirk ên ku perwerdeyê dibînin, dibihîzin û diyar kir ku tevgera leşkerên Tirk li ser sînor zêde bûye û destûr nadin ku welatî biçin nava erdê xwe yê çandiniyê.