Meclîsa Şehbayê li dijî dagirkeriya Tirk bang kir

Meclîsa Şehba, têkildarî xirakirina 80 gundan û koçkirina sivîlan daxuyaniyek da. Meclîsê bang li gelên Marî û Ezazê kirin ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk rawestin.

Ji 24`ê Tebaxa 2016`an de, bi dagirkirina Tirkiye ji herêmê re, gavên guhertinên demografî destpê kirin û bi hezaran ji şêniyên herêmê bi darê zorê neçarî koçberiyê bûn û ji di dêvla wan penaberên taxên Weir ên Humis lê hatin bicihkirin.

Meclîsa Herêmên Şahbayê bi armanca bal kişanddin ser kiryarên artêşa Tirk a dagirker li herêma Şahbayê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Hat diyarkirin ku Ji destpêka şoreşa Sûriyeyê ve, dewleta Tirk tevî çeteyên xwe bi hinceta şerê dijî Kurdan hewl dide herêmên Şahbayê dagir bike, lewma bi hemû cureyên çekên giran ev ax topbaran kirin, derdora 80 gundên Kurdan şewitand û bi darê zorê sivîl jê derxistin, her wiha gelek welatî revandin. Ev hemû kiryarên han tenê ji bo şikandina îradeya gelên herêm ye.

Di dewama daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:

“Lê dewleta Tirk ji bîr kir ku gelê vê herêmê 400 salî li hember Osmaniyan şer kir, lewma Tirkiye bi ti awayî nagihêje armanca xwe û hêzên QSD`ê wê bersivê bide wan. QSD`ê heta niha herêm parastin û rizgar kir û wê ev yek bidome.

Dewleta Tirk li bajarokê Mari û bajarê Ezazê bicih bûne, gundên Şahba (Til Rifet, Eyîn Deqnê, Hirbil, Um Huş, Um Qura, Til Çêçan, Hisaçik, El-Wehşiyê, El-Sed, El-Hêsa, Til Medîq, Qiramil, El-Nêrebiyê, Şêx Îsa, Fafîn û Ehres) dikehedefa êrîşên xwe.

Lê ji ber em gelê Sûriye di bin asîmanê heman welatî de ne, pêwîst e em axa xwe ya dagirkirî rizgar bikin û biparêzin û nehêlin ku aliyên biyanî derbasî navbera me bibin. Lewma em bang li birayên me yên bajarê Ezaz û bajaroka Mari dikin ku li hember dagirkeriya Tirkiyeyê rawestin. Dema yekîtî û hevgirtina li hember dagirkera hatiye.“